May 17, 2023 20:22 Asia/Tehran
  • Rapor | Sîyonîstan 12 filistînî li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê desteser kirin, Berxwedêran jî bersiv dan

Di dema ku leşkerên Artêşa Rejîma Sîyonîst êrişî Rexê Rojavaya Çemê Urdinê kirin da pêrgî berxwedana têkoşerên filistînî bûn.

Rewşa Erdên Dagirbûyî yên Filistînê van rojana bi awayekî taybet li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê zef taybet e û têkoşerên filistînî bi her wesîleyekê himberî cinayetên sîyonîstan ên berdewam bersivê didin û vê yekê jî sîyonîstên talanker û dagirker xistîye rewşeke taybet da.

Leşkerên Rêjîma Sîyonîst a dagirker îro êrişî deverên curbicur ên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê kirin û filistînîyên şarên Nablos, Tûbas, Selfît, Bîre û Yamonê pêşîya wan sekinîn û di encama êrişan da 13 filistînî hatin desteserkirin.

Dema ku leşkerên dagirker ji bo ku mezargeha hezretê Yûsif (S) biparêzin, êrişî rojhilata Nablosê kirin, di navbera wan û ciwanên filistînî da ku hewil didan pêşîya êrişê bigirin, pevçûneke giran û tund derket û leşkerên sîyonîst gaza rondikîner avêtin k uji ber vê yekê bi dehan welatîyên filistînî û kadroyên Hîva Sor ji ber hilmijîna vê gazê tûşî bêhnçikbûnê bûn an di encama gulleavêtina leşkeran da birîndar bûn.

Ji hêla din va hin çavkanîyan ragihandin ku hejmarek wezîr û parlimanterên sîyonîst xwestine ku di destdirêjîya ser mizgevta Eqsayê ya di roja lidarxistina Meşa Alayê da pişikdar bibin.

Boneya Meşa Alayê her sal bi boneya salroja dagirkirina beşa kevnare ya Qudsa dagirbûyî bi destê Rejîma Sîyonîst di sala 1967ê da tê lidarxistin. Sîyonîst idia dikin ku şarê Qudsê bi awayekî tam paytexta Rejîma Sîyonîst e, lê gelê Filistînê pêgirîyê dike ku Quds yê paytexta welatê wan be.

Biryar e ku îro hevgavê boneya Meşa Alayê, herî kêm 3 hezar leşker û hêzên emnî yên Rejîma Sîyonîst li kolanên Qudsê bi cih bibin, Polîsên Rejîma Sîyonîst ji tirsa êrişên komên berxwedêr ên ihtimalî bikevin rewşa amadebaşîyê da û Rejîma Sîyonîst Mertala Berevanîya Esmanî ya Gumbêza Hesin li derdora Qudsê bi cih bike.

Serepeyv