Nîsan 25, 2023 17:41 Asia/Tehran
  • Rapor | HDP’yê himber desteserkirinên îro da bertek nîşan da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) himber desteserkirinên îro da bertek nîşan da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê operasyona ku di encamê da 110 siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û parêzer hatin desteserkirin de dibêje: “Ev operasyona dizîna sindoqan û vîna gel e.”

HDP’yê jî di peyameke nivîskî di warî da raghiand:

“Desthilata AKP-MHP’yê ji ber tirs û xofê êrîşî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên civakî û opozîsyonê dike. Vê sibê Cîgira Hevseroka me Ozlem Gunduz, Endamê Rêveberiya me Mahfuz Guleryuz, endamên me, rojnamevan, hiqûqnas û hunermend zêdetir ji 100 kesan hatin desteserkirin.

Em jî û civak jî hikûmeta AKP’yê sedema vê êrîşa bi destê dezgeha dadwerîyê dizanin. Ev operasyon li dijî civak û bijardeya wê ya siyasî gef û çavtirsandineke eşkere ye. Gelê me û aliyên civakê yên ku gef li îradeya wan tê xwarin dê sindoqan de bersiveke bihêz bidin. AKP nikare bi operasyona ku navenda wê Amed e, dîrokê berovajî bike. Berovajî wê dê bi îradeya gel a navenda wê Amed e, ji qada siyasî bê paqijkirin ku careke din nikaribe veger.”

 

Serepeyv