Nîsan 20, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Rapor | Artêşa Komara Îslamî ya Îranê zêde ji 200 ‘’xwefirrên stratejîk’’ wergirtin

Di merasimeke bi amadebûna Serfermandarê Artêşê, Wezîrê Berevanîy û Cîgirê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê da, zêde ji 200 ‘‘xwefirrên stratejîk’’ li çend deverên welêt radestî Artêşê hatin kirin.

Zêde ji 200 ‘‘xwefirrên stratejîk’’ ji curên Kerrar, Ebabîl 4, Ebabîl 5 û Areş ku planakarî û çêkirina wan bi destê Wezareta Bervanîyê û bi hevkarîya Artêşê pêk hatîye, di merasimekê da ku Serfermandarê Artêşê, Wezîrê Berevanîyê û Cîgirê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tê da amade bûn, radestî Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatin kirin.

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê ‘Mihemedriza Qerayî- Aştîyanî’ di vê merasimê da got: Yek ji erkên Wezareta Berevanîyê piştgirîya ji hêzên çekdar him di warê alavan û him di warê xizmetguzarîyê da ye. Wî herwiha got: Rêya pêşxistin û piştgirîya bi hêzên çekdar a bi xwefirran bi awayekî xurt didome.

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê herwiha got: Dabînkirina alavên stratejîk di rêza yekê ya kar û baran da ye, lewma Wezareta Berevanîyê di vî warî da piştgirî da hêzên çekdar û roja îro li gor pirrcûrbûna erkdarîya wan cure xwefirrana, şîyana hêzên çekdar a rezmê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Serleşker ‘Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî’ jî di vê merasimê da pêgirî kir ku xwefirran roleke dîyarker di şeran da hene û pirrcûrbûna wan dibe sedema biryardayîna baş li meydanê, ser vî esasî şîyana Artêşa Îranê di warê xwefirran da him ji hêla hejmarê û him ji hêla kualîteyê va tê xurtkirin.

Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha destxweşî li Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê kir û got: Hêza Deryayî ya Îranê rojekê karên hêjayî şanazîyê yên mezin kirin, lê roja îro ji wî sînorî derbas bûye û her tişta ku pêwîst e bi alîkarîya Wezareta Berevanîyê saz dike.

Serokê Komsyona Ewlehîya Neteweyî û Sîyaseta Derve ya Meclîsa şêwra îslamî ya Îranê jî di vê merasimê da got: Artêşa leheng ku di her demî da û li her cihî berjewendîyên gelê mezin ê Îranê diparêze, sembola şîyan û hêza Komara Îslamî ya Îranê ye.

  

 

Serepeyv