Adar 26, 2023 16:23 Asia/Tehran
  • Rapor | Bêrêziya li Qurana Pîroz li Danmarkê di asta cîhanê da hat şermezarkirin

Careke din bêrêziya li Qurana Pîroz li welatên rojavayî yên dawakerê Azadiya Raderbirrînê di asta cîhanê da hat şermezarkirin.

Vê carê jî misilmanên cîhanê û şopînerên dînên asimanî di asta cîhanê da bêrêziya li Qurana Pîroz li Danmarkê bi tundî şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê tevî şermezarkirina bêrêziya li Qurana Pîroz tekez kiriye: "Em bi tundî êrîşa pîs a li ser pirtûka xwe ya asimanî Qurana Pîroz li Danmarkê şermezar dkin."

Wezareta Karên Derve ya Erebistanê jî bi daxuyaniyekê bêrêziya li Qurana Pîroz li Danmarkê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Erebistanê da hatiye: "Erebistana Seûdî kiryara komeke

tundrê li Danmarkê ku Qurana Pîroz şewitandine bi tundî şermezar dike."

Wezareta Karên Derve ya Kuweytê jî şewitandina nisxeyeke Qurana Pîroz li Danmarkê ji aliyê zêdegavan va şermezar kir. Vê wezaretê roja Şemiy6ê ragihand ku ev kiryar pêngaveke handêr a nû ye ku hestên

misilmanan li seranserî cîhanê nemaze di meha Remezanê da gurr dike.

Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî ev kiryara kirêt wek tehrîkkirineke cidî lin hemberî hestên zêde ji du miliyar misilmanî li cîhanê bi taybet di meha Remezanê zanî.

Wezareta Karên Derve ya Urdinê jî di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê da ev bûyer wek kiryareke handêr û nijadperestane ya nayê qebûlkirin zaniye ku hestên misilmanan bi taybet di meha

Remezanê da birîndar kirine.

Mexribê jî şewitandina nisxeyeke Qurana Pîroz li Kopenhaga paytexta Danmarkê li ber hêzên ewlehiyê şermezar kir û ragihand ku ev kiryara kirêt bandor li hestên misilmanan nemaze di meha pîroz a

Remezanê da dike.

HAMAS'ê jî ev kiryara kirêt şermezar kir û ev kiryar ji bo misilmanan handêr û wek sebeba berfirehbûna nefret û tundûtûjiyê zanî.

Bêrêziya li Qurana Pîroz li Danmarkê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê, Iraq, Efxanistan, Pakistan û welatên din ên misilman va jî bi tundî hatiye şermezarkirin.

Komeke zêdegav a danmarkî alaya Tirkiyê û Qurana Pîroz li ber balyozxaneya Tirkiyê li Kopenhaga Danmarkê şewitandin.

 

Serepeyv