Adar 24, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Rapora Çandî | Deb û rismên taybetî Newroza Kevnar li Tacîkistanê

Gelê Tacîkistanê bi lidarxistina deb û rismên taybetî Newrozê çûne pêşwaziya sala nû û bihara xwezayê.

Li gorî rapora Fars News’ê, Newroz ji cejnên neteweyî yên herî mezin û sereke li Tacîkistanê ye û her sal bi coşeke mezin li seranserî vî welatî tê pîrozkirin.

Bi vê boneyê li seranserî Tacîkistanê îsal 8 roj wek betlaniyan fermî hatiye ragihandin û di van rojan da bernameyên çandî, hnerî, wêjeyî û werzîşê yên ciyawaz tên lidarxistin.

Tevî pîrozkirina vê cejnê bi awayê gelanî û li seranserî welêt, saziyên dewletî û civakî jî vê cejnê pîroz dikin.

Her wiha li parêzgeh, bajar, navçe û gundan jî gellek bername ji bo pîrozkirina Newrozê tên lidarxistin.

Çêkirina Somenekê (Semenû) Sifreya Heft-Sîn, serdan û hevdîtin, lidarxitinna civînên helbestê, mûzîk, pêşbirkên werzîşê û hwd ji bernameyên dem û rojên Newroz û Sala Nû ne.

Hêjayî gotinê ye, Civata Gelemperî ya NY’yê di roja 23ê Sibata 2010an da bi biryarnameyekê ku bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hejmareke din a welatên di kewşena Newrozê da hat pêşniyazkirin, roja 21ê Adarê ya her sal wek “Roja Newrozê ya Navneteweyî” tomar kir û ji welatan xwest ku bi lidarxistina dem û rismên cûr bi cûr vê cejnê pîroz bikin.

 

Serepeyv