Adar 23, 2023 17:37 Asia/Tehran
  • Rapor |  HDP û “Hevpeymaniya Ked û Azadiyê” bi şert merc dê piştgirî bidin ‘Kemal Kiliçdaroglu’

“Hevpeymaniya Ked û Azadiyê” ku bi pêşengiya HDP’yê hatiye damezrandin biryar da ku wê namzedê xwe yê Serokkomariyê destnîşan neke û bi şert merc piştgirî bidin Kiliçdaroglu .

Hevgirtiyên “Hevpeymaniya Ked û Azadiyê” HDP, EMEP, TİP, EHP, SMF û TOP, li Enqereyê bi civînekê rojnamegeriyê derbarê hilbijartinên serokkomariyê de biryar dan ku ji bo wêdadayîna serokkomarê heyî û namzedê Hevpeymaniya Cumhurê Erdogan namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin.

 Hevseroka HDP’yê Pervin Buldan di daxuyaniya van partiyan got: ew erkekek dîrokiye ku bicih tînin û ji bo têkbirina serokkomarê heyî û namzedê Hevpeymaniya Cumhurê ‘Receb Teyyîb Erdogan’ namzedê xwe yê Serokkomariyê dernexin.Hevcax,  hevserok û berpirsên HDP’yê bi germî pêşwazî li namzediya Hevpeymaniya Millet û Serokê CHP’yê ‘Kemal Kiliçdaroglu’ dikin.

 ‘Ahmet Turk’ li ve barê got ew bi şertê çareseriya pirsa Kurd amade ne piştgirî bidin Kiliçdaroglu.

Cîgirê Hevseroka HDP’yê jî ragihand ku ew ê ji bo piştgiriya Kiliçdaroglu nêrîna xwe piştra eşkere bikin.

HDP di hilbijartinên herêmî ya sala 2019an de li metropolên Tirkiyê namzedên şaredariyê dernexistibû û piştgirî dabû namzedên CHP’yê.

Cîgira Hevseroka HDP’yê ‘Tulay Hatimogullari’ da zanîn ku wan dengdêrên xwe serbest nehiştine û ew ê di rojên pêş de li ser piştgirîdayîna navê Kiliçdaroglu biryara xwe eşkere bikin.

Siyasetmedarê Kurd ‘Ahmet Turk’ got: “Şer û mercên me ew e ku pirsgirêkên kurdan li Tirkiyê werin çareserkirin.”

Namzedê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHP’yê ‘Kemal Kiliçdaroglu’, di 20ê Adarê de li Parlamentoyê serdana HDP’yê kiribû û li gel hevserokên HDP’yê civiyabû. Piştî civînê him Kiliçdaroglu him jî hevserokên HDP’yê bal kişandibûn ser çareserkirina pirsgirêkên kurdan li Tirkiyê.

 

Serepeyv