Adar 22, 2023 15:46 Asia/Tehran
  •  Rapor | Berbijariya fermî ya ‘Receb Teyyîb Erdogan’ bo hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê

‘Receb Teyyîb Erdogan’, Serokkomarê Tirkiyê bo beşdariya di hilbijartinên serokkomariya vî welatî navê xwe bi fermî tomar kir.

Nuner û parêzerên ‘Receb Teyyîb Erdogan’, roja Sêşemiyê çûn Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê û bi fermî beşdariya wî di hilbijartinên serokkomariyê de tomar kirin.

Niha vê gavê, 18 kesên ser bi partiyên curbicur ên Tirkiyê bo beşdariya di hilbijartinên serokkomariyê, amadetiya xwe ragihandin, lê ‘Kemal Kiliçdaroglû’ ji CHP’yê hevrikê wî yê herî sereke tê hesab.

 Encamên hinek rapirsiyên têkildarî hilbijartinê nîşan dide niha Erdogan ji hevrikê xwe yê sereke, hinkeî paşde ketiye.

Biryar e hilbjartinên serokkomariya Tirkiyê 14ê Gulanê bên lidarxistin.

 Hilbijartina hestyar a bê, 13’emîn dewra hilbijartinên serokkomariyê di dîroka Tirkiyê û dewra duwem a hilbijartinên serokkomariya vî welatî piştî guhertina pergala siyasî ji parlemanî bo serokatiyê û 28’emîn dewra hilbijartinên parlemana vî welatî tê hesab.

 Dewra serokkomariya Tirkiyê pênc salî ye û bijarteyên gel li parlemana Tirkiyê jî ku 600 endamên xwe heye, di mideha pênc salan de ser kursiyê rûdinin.

 

Serepeyv