Adar 17, 2023 18:12 Asia/Tehran
  •  Rapor | Civîna dosyeya Kobanîyê; biryara girtina 4 sîyasetvanên kurd hat dayîn

Desteya Dadweran a Dadgeha Taybet bi Dosyeya Kobanîyê ferman da ku 4 sîyasetvanên kurd bên girtin û 12 Nîsanê wek roja lidarxistina civîna bê destnîşan kir.

Şopandina Dosyeya Kobanîyê ji hêla desteya hekeman a taybet bi vê dosîyê va bo 12ê Nîsanê hat paşdaxistin.

Civîna 23an a taybet bi Dosyeya Kobanîyê bêyî amadebûna sîyasetvanên tawanbar û parêzerên wan hat lidarxistin.

Di wê civînê da fermana girtina 4 sîyasetvanên kurd hat dayîn û desteya hekeman a dadgehê navê wan kesan xist kategorîya sor ango ya kesên ber taqîbatê.

Desteya Hekeman a Dadgeha Taybet bi Dosyeya Kobanîyê bilî dirêjkirina dema hepsa 17 tawanbarên vê dosîyê, fermana girtina Şenay Oruç, Fîlîz Aslan, Ebdulselam Demirqiran û Ferhad Aksoy da.

Desteya Hekeman a Dadgeha Taybet bi Dosyeya Kobanîyê di van civînan da tawanên 108 kes ji sîyasetvanan ji wan Hevserokên ber yên HDP’yê û endamên Desteya Kargêr a Navendî ya vê partîyê hildikole.

Di çarçova vê dosîyê da 17 kes ji 6 salan berî nika va di zîndanê da ne.

 

Serepeyv