Adar 08, 2023 14:55 Asia/Tehran
  • Rapor | Rikeberîya giran a Erdogan û Kiliçdaroglu anegorî rapirsîyên têkildarî hilbijartinan

Anegorî rapirsîyên têkildarî hilbijartinan rikeberîya giran di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu da heye.

Encamên lêkolîn û rapirsîyên çend dezgehên rapirsîyan li Tirkîyê nîşan didin ku rikeberîyeke giran di navbera berbijarên ‘Hevalbendîyên Cumhur’ û ‘Millet’ê da ji bo serketina di hilbijartina serokkomartîyê da heye. Malpera Kanala Haber7’ê ya Tikrîyê encama rapirsîya Dezgeha Optimar’ê weşand û ragihand ku Hevalbendîya Millet’ê berbijarê Hevalbendîya Millet’ê Kemal Kiliçdaroglu û berbijarê Hevalbendîya Cumhur’ê Receb Teyyîb Erdogan şanseke zêdetir anegorî reqîbên din ji bo serketina di hilbijartina serokkomartîyê da hene. Li gorî encama rapirsîya Dezgeha Optimar’ê sedî 40ê pişkdaran gotine ku yê dengê xwe bidin AKP’yê ku Erdogan wek berbijar daye nasandin. Sedî 7.1ê pişkdaran jî gotine ku yê dengê xwe bidin hevalbendîya AKP-MHP’yê û ser hev da sedî 47.1ê pişkdaran gotine ku yê dengê xwe bidin AKP û MHP’yê.

Li gorî vê rapirsîyê, sedî 25.7ê pişkdaran jî gotine ku yê dengê xwe bidin CHP’yê, sedî 10.1 yê dengê xwe bidin Îyî Partîyê, sedî 9.5 yê dengê xwe bidin HDP’yê û sedî 1.2 jî yê dengê xwe bidin Partîya Seadet’ê.

Rojnameya Sozcu’yê ku yek ji medyayên nêzîkî opozîsyona Tirkîyê ye, ragihand ku Hevalbendîya Cumhur’ê yê sedî 35.1ê dengan û Hevalbendîya Millet’ê jî yê sedî 47ê engan bi dest bixe.

Lê Rojnameya Yeni Şafak’ê ku medyayeke nêzîkî AKP û hikûmetê ye, li gorî encamên rapirsîya Dezgeha Arêdayê ragihand ku sedî 38.5ê pişkdaran gotine yê dengê xwe bidin AKP’yê, sedî 10.4 gotine ku yê dengê xwe bidin MHP’yê. CHP, HDP û Îyî Partî jî yê ser hev da sedî 43.7ê dengan bi dest bixin.

Dema mirov encamên rapirsîyan dide ber hev, dibîne ku rikeberîyeke giran û nêzîk di navbera reqîban da heye û rewş û cîgeha Erdogan aloz û sist e.

 

Serepeyv