Adar 04, 2023 18:37 Asia/Tehran
  •  Rapor | Rêzbûna leşkerî ya komên berxwedêr ên filistînî li nêzîkî sîyonîstan

Baskên Leşkerî yên Bereya Berxwedanê ya Filistînê, di merasima ku Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ji bo bibîranîna şehîdên Kempa Cinînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da li dar xist, beşdar bûn.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê şeva buhurî merasimeke bibîranîn û şîngêrîyê ji bo hejmarek şehîdên parêzgeha Cinînê û şehîdên “Seraya Quds” wek baska leşkerî ya vê tevgerê ku li Kempa Cinînê hatibûn şehîdkirin, bi amadebûna serok û wekîlên komên filistînî li dar xist.

Piştî vê merasimê, bi sedan têkoşerên “Tabûrên Cinîn”, “Şodeha ul Eqsa”, “Lewa ul Şoheda” û “Şehîd Izzedîn Qessam” meraisma rêzbûna leşkerî li dar xistin.

Herwiha hejmareke zêde ya niştecihên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, malbatên şehîdan û serokên komên neteweyî û îslamî di vê merasma leşkerî da pişkdar bûn.

Ev merasima û rêzbûna leşkerî di halekî da tê lidarxsitin ku komên berxwedêr ên Filistînê bi şermezarkirina cinayetên nû yên leşkerên Rejîma Sîyonîst û bajaroknişînên sîyonîst li Cinîn û Nablosê pêgirî li ser berxwedana giştalî hibmerî cinayetên sîyonîstan kirine.Herwiha welatîyên filistînî nemaze ciwan tevî tivdîrên emnî yên Rejîma Sîyonîst li derîyên Mizgefta Eqsayê bi awayekî berfire li wî warê pîroz amade bûn.

Duh nêzî 70 hezar filistînî li Mizgefta Eqsayê kom bûn û nimêja Înîyê li vî warê pîroz kirin.

Ji hêla din va, balafireke sivik li devera Neqebê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê jorda ket û di encamê da 2 kesên tê da hatin kuştin.

Hevgavê vê yekê, “Orî Mêsgaf” nisîkarê sîyonîst di nivîsarekê da nivîsî: Israyîl li hev ketîye, sist bûye û ketîye sernişîvîya hilweşîn û têkçûnê û divê ‘Benyamîn Natanyahu’ bi hegera nehêjabûna bo serokatîya parlimanê were wêdadayîn.

 

 

Serepeyv