Adar 04, 2023 14:58 Asia/Tehran
  • Di peywendîyên Tirkîye û Amerîkayê da dîsan gêre derket

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bi berevanîya ji karnameya Enqereyê ya di têkoşîna dijî rêxistin û komên terorîst da, rapora Amerîkayê ya derbara terorîsmê da ret kir û ew xalifandina rastîyan a enqest bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ‘Tanjû Bîlgîç’ got: “Rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê têkildarî terorîsmê ‘‘têkoşîna himberî rêxistinên terorîst ku gefeke rasterast himberî ewlehîya Tirkîyê ne, bi awayekî enqest dixalifîne.’’

Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, di rapora Amerîkayê da, HSD ku dûvika PKK’yê ye, wek şirîk di têkoşîna dijî koma terorîst a DAIŞ’ê da hatîye nîşandan.

Tanjû Bîlgîc herwiha got: “Tirkîye dê şerê himberî rêxistinên terorîst PKK, YPG/PYD, DAIŞ û Feto bidomîne.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê herwiha got: “Di rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da têkoşîna himberî rêxistina terorîst a ‘Feto’ ku sebebkarê darbeya 15ê Tîrmeha sala 2016an li Tirkîyê bû, ‘‘bi armanca sîyasî’’ hatîye zanîn ku ne ya qebûlkirinê ye û em çaverê ne ku Waşîngton demlidest dawî li niştecîbûna Fetullah Gulen û çalakîyên koma wî li Amerîkayê bîne.”

Dewleta Tirkîyê piştî darbeya serneketî ya di sala 2016an da, Tevgera Gulen ser bi Fetullah Gulen darêjer û bicihînerê wê darbeyê zanî û ew koma, wek komeke terorîst bi nav kir û ji Waşîngtonê xwest ku Gulen ku li Pensîlvanîyaya Amerîkayê dijî, radestî Enqereyê bike, lê amerîkî vî karî nakin.

 

Serepeyv