Sibat 22, 2023 14:37 Asia/Tehran
  • Rûsyayê Peymana “New START”ê sekinand û ev yeka bû sedema bertekan

Sekinandina Peymana New Start’ê ji hêla Rûsyayê va bû sedema berteka gellek rayedaran.

Serokkomarê Rûsyayê "Vladîmîr Pûtîn di axavtina xwe ya salê da ragihand ku Moskowê pişkdarîya xwe di Peymana New Start’ê da ku tenha rêkevtinameya mayî di warê kontrolkirina çekan di navbera vî welatî û Amerîkayê da ye, sekinandîye, ji ber ku welatê wî amade bûye bi welatên rojavayî ra gotûbêj bike lê pêrgî durûtî û xemsarîya welatên hanê bûye.

Wî herwiha got: “Heke Amerîka çekên navokî biceribîne, divê Rûsya jî ji bo vî karî amade bibe.”

Berdevkê NY’yê Stêphan Dujarik jî duh wek berteka himberî ragihandina vekişîna Moskowê ji Peymana New Start’ê ji hêla Pûtîn va, got: “Amerîka û Rûsya divê demlidest bicihanîna tam a Peymana New Start’ê dest pê bikin, ji ber ku cîhana tê da çekên navokî neyên kontrolkirin, cîhanek zef bitaluketir ji dûhatên bilquwe bikaresat e.”

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî di daxûyanîyekê da ji Moskowê xwest ku ji biryara xwe vegere û ‘‘zûka’’ bizvire vê peymanê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” jî wek berteka himberî taloqkirina Peymana New Strat’ê ji hêla Rûsyayê va, got: “Ev biryara neberpirsane ye, em amade ne bêyî berçvagirtina her bûyera ku li cîhanê diqewime yan alugura di peywendîyên Amerîka û Rûsyayê da, di her demekê da bi Moskowê ra têkildarî bisînorkirina çekên stratejîk gotûbêj bikin.”

Berdevkê Qesra Kremlînê “Dmîtrî Peskov” jî duh got ku Rûsyayê pişkdarîya di Peymana New Start’ê da ji bo pêkanîna hevsengî û beranberîyê ya di warê şîyana navokî digel Amerîkayê da, sekinandîye, helbet Rûsya ji vê peymanê venakişe, lê pişkdarîya xwe di wê da taloq dike.

Peymana New Start’ê dawîn peymana girîng di warê kontrolkirina çekên navokî yên stratejîk di navbera Rûsya û Amerîkayê da ye ku hê jî didome.

 

Serepeyv