Sibat 21, 2023 14:42 Asia/Tehran
  • Rapor | Giranbûna rexneyên himber hikûmeta Tirkîyê têkildarî rewşa gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê

Hevgavê ragihandina qewimîna du erdhejên din li Tirkîyê pêla rexnekirina sîyasetên hikûmeta Tirkîyê têkildarî gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê giran dibe.

Rêxistina Kontrolkirina Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê (AFAD) şeva buhurî ragihand ku piştî 2 erdhejên bi giranîya 6.4 û 5.8 Rîşterî li parêzgeha Hatayê, ew herêma 32 caran hejîyaye û ew erdhej bûne sedema xisarê. Bi dû vê yekê hin parlimanteran û komên hawargiheştinê ji ber demajoya gihandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê rexne kirin.

“Mehmûd Tugrul” parlimanterê HDP’yê amajeyî hewla hikûmetê ji bo guhertina demografîya deverên ku kurdên elewî yên Mereşê lê dijîn kir û derheq pêla nû ya koçberbûna kurdan ji warê xwe hişyarî da.

Mehmûd Tugrul Wekîlê Dîlokê yê ser bi HDP’yê ji ber avakirina bajarekî ji kantîneran li wan deverên Mereşê ku gel alîgirê AKP û MHP’yê ye, dilnigeranbûna xwe dîyar kir û ji ber hewla hikûmetê ji bo guhertina demografîya herêmê û koçberkirina kurdên elewî yên niştecihê Bazarcika Mereşê hişyarî da.

“Denîz Înce” endamê koma rizgarkirin û hawargiheştinê ser bi CHP’yê jî ku çûye deverên erdhejlêketî yên Mereşê, aşkira kir ku bi hegera qedexekarîyên Rêxistina Kontrolkirina Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte (AFAD) û Komeleya Hîva Sor a Tirkîyê (Kizilay) şandina alîkarîyan bo gundên Mereşê yên ku niştecihên wan kurdên elewî ne, nepêkan e û elewî û kurdên niştecihên vê herêmê ji ber şandina kêm a alîkarîyan gilî û gazindeyan dikin. Gellek gundên kurdên elewî li Mereşê hene ku ti alîkarîyek wernegirtine.

Kamyonên hilgirê alîkarîyan ji ber qedexeyên AFAD û Kizilay’ê nagihêjin kesên hewcedar ên wan navçeyan.

Eva di halekî da ye ku Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê “Xulûsî Akar” ew rexne red kirin û got: “Wezareta Berevanîya neteweyî, leşker, sivîl, karker, personelên teknîkê, AFAD û Kizilay hema ji kêlîya destpêkê va seferber bûne û alîkarîya bo hemî gelê Tirkîyê xistine destûrkara xwe.

 

Serepeyv