Sibat 15, 2023 18:51 Asia/Tehran
  • Rapor | Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê ji 40 hezar kesî derbas bû

Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê ji 40 hezar kesî derbas bû.

Dewleta Tirkîyê ragihand ku hejmara gorîyên erdhejê li vî wealtî rabûye 35 hezar û 418 kesan.

Li Sûrîyê jî hejmara gorîyên erdhejê rabûye 3 hezar 688 kesan. Bi hezaran kes li Tirkîye û Sûrîyê da di bin kavilan da mane û tevî sirr û seqema vê zivistanê bi dehan hezar personelên hawargiheştin û rizgarkirinê karê lêgerîn û rizgarkirinê didomînin û bi milyon kes jî hewcedarê alîkarîyê ne.

Ji hêla din va, Serokkomarê Sûrîyê Bişar Esed di hevdîtina digel “Mîryana Ispolyarîk” Seroka Lêjneya Navneteweyî ya Xaça Sor da pêgirî kir ku Şam hez dike alîkarîyên mirovdostîyê bigihêjin hemî deverên erdhejlêketî yên vî welatî û dîyar kir ku jinûve-avakirina binesazîyan û beşên tenduristî û têkilîyan li gorî bandor û girîngatîya wan beşan ser rewşa mirovî û debara jîyana welatîyên sûrî pêwîst e.

Li gorî nûçeyeke din, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê sipasiya Ermenistanê ji ber şandina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê kir.

Li gorî nûçeya Anatoliyê, Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê roja Çarşemiyê piştî hevdîtina bi Ararat Mîrzûyan hevpîşeyê xwe yê ermenî beşarî press-konferansekê bû û got: “Ermenistanê di van rojên dijwar da destê hevaltiyê dirêjî gelê me kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê jî di vê press-konferansê da got: “Ez di vê rewşa dijwar da hatime Tirkiyê ku careke din tekezî li ser daxwaza Ermenistanê ji bo pêkanîna aştiyê bikim.” Wezareta Derve ya Ermenistanê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina nûçeya serdana Mîrzûyan bo Tirkiyê, armanca vê serdanê hevgirtina tev Tirkyiê û diyarkirina hevxemiyê ji ber erdhejên vê dawiyê zanî.

Li gorî vê daxuyaniyê, Mîrzûyan piştî hevdîtina bi Çawûşoxlû li Enqereyê, dê serdana Semsûrê bike.

Her wiha, Çavkaniyeke fermî li Sûriyê ragihand ku “Îmen El-Sefdî” Wezîrê Karên Derve yê Urdinê roja Çarşemiyê gihîşte Şamê. Îmen Sefdî di vê serdanê da tev Bişar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Hevdem balefireke urdinî ya hilgira 12 ton alîkariyên dermanî yên Urdinê bo mexdûrên erdhejê li Sûriyê îro li balefirgeha Şamê rûnişt.

 

 

Serepeyv