Sibat 13, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Hişyariya Herzog | Rejîma Siyonîst wê tûşî hilweşiyana navxweyî bê

Serokê Rejîma Siyonîst tevî hişyarîdana derbarê hilweşiyana Qanûna bingehîn a vê rejîmê, qala planekê ji bo pêşîgirtin li aloztirbûna rewşê li Til Avîvê bi armanca hevhatina li ser pêşnumaya reformên dadweriyê ya hilêxistî ji aliyê Netanyahû va kir.

Îshaq Hêrtzûg (Isaac Herzog) Serokê Rejîma Siyonîst di axaftinekê da ji nûnerên parlimana vê rejîmê (Knesset) xwest ku pêşnumaya hilêxistî ji aliyê Netanyahû di warê dadweriyê da bi awayê demî rawestînin da ku li gorî gotina wî rê li ber hilweşiyana Qanûna Bingehîn were girtin.

Hêrtzûg got: “Em di bereberê hileşiyana civakî û Qanûna bingehîn in. Ez hîs dikim ku em tûşî ketineke rasteqîn bûne.”

Karzanên hiqûqî, rayedarên ewlehî û aborî yên berê yên Rejîma Siyonîst jî hişyarî dane ku pêşniyarên dadweriyê yên hikûmeta Netanyahû dibe ku dûhatên dîplomatîk û aborî yên nû ji bo Til Avîvê bînin.

Serokê berê yê Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst jî got ku guhertinên dadweriyê yên ji aliyê kabîneya rastgir a tundrê ya Benyamîn Netanyahû dibe sebeba binpêkirina û bêfermaniya artêşa vê rejîmê ji biryar û destûrên rayedaran.

Dan Halutz, Serokê berê yê Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst wek berteka li hemberî biryarên vê dawiyê yên Benyamîn Netanyahû serokwezîrê vê rejîmê ji bo pêkanîna reforman di Pergala Dadweriyê da ragihand: Hêzên artêşê û efserên wê dê vê yekê nepejirînin ku bibine artêşeke pêkhatî ji kirêgirtiyan û dîktatorek rêberiya wan bike.

Serokê berê yê Erkantiya Giştî ya Artêşa Rejîma Siyonîst gotiye ku ev guhertin dê bibin sebeba pêkhatina cûreyeke dîktatoriyê û jinavçûna Pergala Dadweriyê.

Di vî halî da, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî sipasiya ji têkoşerên “Tabûrên El-Qessam” ji bo sekinîna li hemberî destdirêjiya herî nû ya Rejîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê, tekez kir: “Berxwedan dê wek şûr û mertala berevanên Filistînê bimîne.”

“Hazim Qasim” got: “Bombebarana Zîvala Xezeyê hevdem digel destdirêjiya li ser bajarê Nablosê û Qudsa dagirbûyî ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va nîşana vê yekê ye ku em rastî êrîşa giştalî ji aliyê dijmin li hemberî gelê Filistînê hatine.”

Berdevkê HAMAS’ê tekez kir: “Berxwedan dê wek şûr û mertala berevanên gelê Filistînê bimîne û ev destdirêjî li hemberî şoreş û berxwedana gelê Filsitînê û kiryara wêrekane ya Berxwedanê dê têk biçin.”

 

Serepeyv