Sibat 11, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Rapor | Pişkdarîya pirrcoç a gelê Îranê di meşa bi boneya 22’yê Behmenê da

Gelê Îranê ji bakur bigire heta başûr û ji rojhilat heta rojava wekî salên buhurî bi pişkdarîya pirrcoş a di meşa bi boneya 22’yê Behmenê (11’ê Sibatê) da wek salvegera serketina Şoreşa Îslamî careka din selimandin ku hela jî pabendê doz û nirxên pergal û şoreşê ne.

Îro 22’yê meha Behmenê (11’ê Sibatê) hevgav e digel salvegera çil û çaran a serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê ku bi vê boneyê ji siet 9’ê vê sibê va meşa taybetî îro li 1400 şar û 38 hezar gundên Îranê bi awayekî hevgav dest pê bû û zêde ji 6 hezar nûçegîhan û rojnamevanên îranî û bîyanî bi rapor û nûçeyan bal kişandin ser vê merasimê.

Meşa taybet bi salvegera serektina Şoreşa Îslamî ya Îranê ya îsal di halekî da hat lidarxistin ku dijminên şoreş û hikûmeta islamî hemî hewla xwe xistin dewrê ji bo birêxistina bêewlehîtî û nearamîyê, lê komploya wan bi saya tivdîr û feraseta Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî û pabendbûna gel li nirxên hikûmetê, wekî salên buhurî hat pûçkirin.

Îro li kolanên gund û bajarên seranserî Îranê wekî rojên serketina Şoreşa Îslamî di sala 1979an da, welatparêzî, yekitî, hevdîtilî, hevgirtin û wefadarîya derheq hikûmeta islamî hat nîşandan û pişkdarên di vê boneyê da bêzarbûna xwe ji komployên Amerîkayê û dijminên şoreş û hikûmeta islamî nîşan dan û pişkdarîya wan a îsal ji ya salên buhurî di vê hemaseya gelanî da berfiretir bû.

Li Tehrana paytext xelkê xwe ji her derî va gîhand “Meydana Azadîyê” û ta ku bi pişkdarîya pirrcoş û berfire di boneya salvegera serektina Şoreşa Îslamî da şehîdên vê rêyê û Imam Xumeynî (RE) bi bîr bînin û bi vî awayî rûpeleke zêrîn a din di dîroka Komara Islamî da tomar bikin û bineqişînin.

Niştecihên egît û sînorparêz ê şîe û sunne yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûr-rojhilatê Îranê, welatîyên niştecihê perravên Kendava Farsê li Bender Ebbas û Bûşêhrê li başûrê welêt, welatîyên şoreşgêr ên parêzgehên Isfehan, Yezd, Merkezî û Kirmanê jî hevgavê xelkên deverên din ên Îranê bi pişkdarîya di merasima salvegera serektina Şoreşa Îslamî da careka din amadebûna xwe ji bo berevanîya ji doz û armancên Şoreşa Îslamî nîşan dan.

Niştecîyên parêzgehên Xorasana Bakur, Xorasana Başûr û Xorasana Rezewî, Gulistan, Gîlan û Mazenderan li bakurê Îranê û gelê şoreşgêr ê parêzgeh Kurdistanê jî wekî welatîyên seranserî welêt di vê merasimê da bi durişmên ‘‘Mirin ji bo Amerîkayê’’ û ‘‘Mirin ji bo Israyîlê’’ careka din peyamna bi doz û armancên Şoreşa Îslamî ra dubare kirin û ev peyama ragihandin dijminan ku ew heta dilopa dawîn piştevanê hikûşmet û Şoreşa Îslamî ne.

Niştecihên parêzgehên Azerbaycana Rojhilat, Azerbaycana Rojava, Fars, Kohgîlûye û Bûyer- Ehmed, Xûzistan, Kirmanşah, Îlam, Loristan û deverên din ên welêt jî bi awayekî berfire û pirrcoş di merasima salvegera serektina Şoreşa Îslamî da pişkdar bûn.

 

 

Serepeyv