Sibat 01, 2023 14:24 Asia/Tehran
  •  Şirove | “Sêşemiya Reş” li Fransayê; Çawa hesabên Macron şaş derketin?

“Emmanuel Macron” serokkomarê Fransayê van rojan veguheriye derdayîyekî tam û bi destpêbûna sala 2023an ra pêrgî gelek pirsgirêkan bûye; pirsgirêkên ku her kêlî hikûmeta wî lawaztir û bêşiyantir dikin.

Li gorî rapora Nour News’ê, Gerçî ku “Koşka Êlîzeyê” destwerdana li karûbarên welatên din wek pêspartiya xwe ya sereke di warê siyaseta derveyî dizane, lê desthilata rêveberiya herî kêm di warê aborî ya Fransayê da ji dest daye!

Roja Sêşemiyê bi dehan hezar kesî wek nerazîtiya li hemberî Bernameya Reforma Qanûna Karbesiyê ya Fransayê dora diduyan a nerazîtî û grevan dest pê kirin. Li bajarinan pergala gihandina ceryanê û hin beşên sîstema veguhestina gelemperî tûşî nakokiyê bûn û beşek ji dibistanan ketin rewşa betlaniyê.

Bûyera ku roja Sêşemiyê, 31ê Çileya 2023an, li Fransayê qewimî, lawaziya rayedarên fransî di warê analîz û têgihîştina rewşê da nîşan dide; Ji ber ku Macron û hevrêyên wî wisa pêşbînî dikirin ku dijberan hêza xwe ya berfirehkirina bereya grev û mangirtinan tunene, lê hesabên wan tam şaş bûn!

Duh tenê sê yekê trenên gelekî bilez û pênc yekê trenên xwecihî û navçeyî yên navbera bajaran xebitîn. Nîvê milelim û mamosteyên dibistanan jî bi nîşana dijberan li hemberî Qanûna Karbesî û teqawidbûnê dev ji hazirbûna li dibistanan berdan û tev li neraziyan bûn.

Hêjayî gotinê ye, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dixwaze ku temenê karbesiyê ji 62 salî bigihîne 64 salî. Her wiha li gorî reforma ku dê bê kirin, temenê xwedanmercbûn ji bo wergirtina meaşa tam a karbesiyê dê jordatir biçe.

Têkçûna Macron ji hêla aborî va dê bibe sebeb ku hêza fransiyan a biryardan û hebûna rolê di pergala navneteweyî da tqez sînordar bibe û Parîsê dê hêza xwe ya filitîna ji vê rastiyê tunebe.

 

Serepeyv