Çile 26, 2023 18:28 Asia/Tehran
  • Aborî; Operasyona çêkirina hêzgeha tavê ya herî mezin li Îsfehanê hat destpêkirin

Operasyona çêkirina hêzgeha tavê ya herî mezin li Îranê li Şaristana Kûhpayeyê ya rojhilatê Îsfehanê roja Pêncşemiyê bi sermayeguzariya seretayî ya 16 hezar û 450 miliyar tomanî ji aliyê Kompaniya Polaya Mobareke'yê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ev hêzgeh di erdeke bi rûbera hezar û 200 hektarî û di heyama sê salan da bi alîkariya peymankarên hundirê welêt dê bê çêkirin û heta dawiya sala bê derdora 100 MegaWatt ceryan jê were berhemanîn.

Bi berçavgirtina kapasîteya vê hêzgehê, her sal bi qasî 350 miliyon metrekûp gaza xwezayî jî dê kêmtir were şewitandin.

Alîkarê Serokkomar û Serokê Rêxistina Karûbarên Îdarî û Îstixdamê ya Îranê di vê rêûrismê da got: “Meseleya behrewergirtinê di Bernameya Pêşxistina welêt da berdewam hatiye dubarekirin û rêjeya pêşketina sedî 8 di salê da li vê bernameyê hatiye pêşbînîkirin.”

Mêysem Letîfî her wiha got: “Beşek ji vê pêşketinê divê bi rêya behrewergirtinê pêk were; lê di 10 salên derbasbûyî da rêjeya behrewergirtinê li welatê me di bin sifir da bûye.”

Alîkarê Serokkomar û Serokê Rêxistina Karûbarên Îdarî û Îstixdamê ya Îranê got: “Rojê 700 miliyon metrekûp gaz li beşa navmalî û pîşesaziya welêt tê şewitandin ku divê ji bo kêmkirina vê rêjeyê karekî lezgîn were kirin.”

Hêjayî gotinê ye, vê demê kapasîteya hêzgehên tavê yên seranserî welêt derdora 450 MegaWatt e; ev di rewşekê da ye ku ev proje bi tenê 600 MegaWatt enêrjiya pak û vegerrbar li ceryana berhemhatî ji ronahiya Rojê li Îranê zêde dike.

Helbet li gorî lêkolîn û plnadarêştinên ku hatine kirin, ev derfet heye ku kapasîteya vê hêzgehê bigihêje 1000 MegaWatt'î jî.

 

Serepeyv