Çile 23, 2023 16:41 Asia/Tehran
  • Rapor: Duyemîn balyozê Rejîma Siyonîst di heyama mehekê da ji posta xwe wêda çû

Duyemîn balyozê rejîma Apartayd wek nerazîtiya li hemberî kabîneya tundrê ya Netanyahû istîfa kir.

Piştî istîfakirina balyozê Rejîma Siyonîst li Parîsê, vê carê balyozê vê rejîmê li Kanadayê jî wek nerazîtiya li hemberî kabîneya tundrê ya Binyamîn Netanyahû û bi nîşana piştevaniya ji Yair Lapid serokwezîrê berê û rêberê dijberên Netanyahû istîfa kir.

Ronen Hoffman balyozê Israîlê li Kanadayê istîfaya xwe wek nerazîtiya li hemberî siyaseta kabîneya nû ya vê rejîmê wek Yael German balyozê Rejîma Siyonîst li Parîsê radest kiriye; bi vî awayî ji dema desthilatdarbûna Netanyahû di yek meha derbasbûyî da, ev duyemîn balyoz e ku ji posta xwe wêda diçe.

Ev du balyoz ji aliyê Yaîr Lapîd serokwezîrê berê û rêberê opozîsyona kabîneya Netanyahû bûn.

Hafmen di twîtekê da nivîsî: Bi derbasbûna bo kabîneya nû û siyaseta ciyawaz li Israîlê, duristkariya kesane û profesyonal ez neçar kirim ku dawî li posta xwe bînim û vê havînê vegerim Îsraîlê.

Hewldana kabneya Netanyahû ji bo pêkanîna guherîn û reformê di qanûnên dadweriyê da, dengê siyonîstan derxistiye; ev di rewşekê da ye ku Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst bixwe tûşî dê dosyeyên gendelî û bertîlxwariyê li dadgeha vê rejîmê bûye.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên agah ên Rejîma Siyonîst qala birîndarbûna hejmareke leşkerên vê rejîmê di baregeheke leşkerî da kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a siyonîstî ya bi navê Vala'yê, 75 leşkerên du tabûran li Navenda Perwerdehiya Leşkerî ya Nahalê ya Artêşa Rejîma Siyonîst tûşî ta, îzhal, vereşîn û sergêjiyê bûne.

Li gorî nivîsîna vê malperê, ev leşkerên siyonîst bi îhtimaleke zêde ji ber xwarina xerabûyî tûşî vê rewşê bûne.

Beriya vêya gelek rapor ji çavkaniyên siyonîstî derbarê xwekujî, dizîna çekan, agirpêxistin û destdirêjiya li efser û leşkserê jin li baregehên leşkerî yên vê rejîmê hatine ragihandin.

 

Serepeyv