Çile 18, 2023 14:14 Asia/Tehran
  • Seyid Hesen Nesrullah: “Şehîd Sulêymanî komploya Îsraîlê têk bir”

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, bal kişand ser rola şehîd Qasim Sulêymanî di warê têkbirina komployên Amerîka û Rejîma Siyonîst li navçeyê û got: “Hecî Qasim Sulêymanî plana Îsraîla mezin ji holê rakir.”

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, duh êvarê di axiftinekê di merasima raberkirina “Xelata cîhanî ya Şehîd Sulêymanî bo Edebiyata Berxwedanê” de got: “Planên Amerîkayê yên mîna pêkanîna DAIŞ’ê bo dagirkirina navçeyê û projeya Îsraîla mezin, hemî bi fermandetiya hecî Qasim li Bereya Berxwedanê rastî işkestê hatin. Ev şehîdê mezin kesayetiyek bû ku qet tirs neket dil û rihê wî, lewma divê ev şehîdê mezin û hevrêyên wî hertim bên bibîranîn.”

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, bal kişand ser vê yekê ku îro rojê navçeyê hewcetî bi fermandeyên mîna şehîd Sulêymanî heye ku pirsgirêkên wê bên çareserkirin û got: “Hecî Qasim seratir ji bîr û hizra serdema xwe bû û şehîdê hemî Umeta Îslamî tê hesibandin, ji ber ku taybetmendiya giring a hecî Qasim Sulêymanî û cîgeha wî, hestyariya wî ya ji hêla rûhî va ku dikare hêz û viyanê bide hemî kesên derdora wî.”

 Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di dewamê de bala xwe da ser meseleyên navwxeyî yên Libnanê û got: “Em dibînin ku hinek merceyên olî zext û zorê tînin ku serokkomar were bijartin, lê divê em bizanibin ku em hemî daxwaza kutakirina qelaşa qanûnî bo pêkanîna kabîneyê dikin ku her tişt vegere rewşa xwe ya normal.”

 Seyid Hesen Nesrullah her wiha derbarê rewşa Libnanê got: “Tişta ku em dikarin bi şikla rastîn diyar bikin ew e ku me niha hin fraksiyonên parlimanê hene lê wer xûya dike ku tu aliyekî xwedî rêjeya pirraniyê li parlimanê nîne.”

 

 

Serepeyv