Çile 11, 2023 14:14 Asia/Tehran
  • Rapor; Nakokîyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bûceyê didomin

Di halekî da ku Desteya Wezîran a Iraqê, Banka Navendî rasipard ku 400 miliyar dînarî ji Herêma Kurdistanê ra bişîne, hin endamên parlimana vî welatî ragihandin: “Hewlêrê hin soz dane ku divê wan berî kivşkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûceyê û şandina 400 miliyar dînarî bo Herêma Kurdistanê bi cih bîne.”

Serokê Nuneratîya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand: “Desteya Wezîran a Iraqê, Banka Navendî rasipard ku 400 miliyar dînarî ji Herêma Kurdistanê ra bişîne.”

Serokê Nuneratîya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Ereb got ku Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) yê diravê kivşkirî bişîne Herêma Kurdistanê û paşê dê şandina wî diravî di bûceya sala 2023an da were bicihkirin.

Wezîrê Darayîyê yê Iraqê Têyf Samî 19ê Kanûna sala 2022an di nameyekê da bo Sersekreterê Desteya Wezîran a Iraqê nivîsîbû ku wî hegera razînebûna ser şandina wî diravî ragihandibû ku hikûmeta federal di 13ê Kanûnê da soza şandina wî diravî dabû.

Ev nîqaş di halekî da ne ku Ebdulhadî Mohan endamê parlimana Iraqê dema pesendkirina pêşnumeya bûceya giştî ya Iraqê ya sala 2023an ragihand û got: “Nakokîyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomin û çareserkirina wan hewcedarê biryareke wêrekane ye.” Wî herwiha got: “Ew nakokî ji ber vê yekê didomin ku Hewlêrê nift heta 50 salî firotîye Tirkîyê û diravê wê yê heta sala 2024an jî ji pêş va wergirtîye.”

Ebdulhadî Mohan herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê gavê heta bermîlek nift jî dêstî da tineye ku derhata wê bi merema cihannîa sozên xwe bide ber destê hikûmeta navendî.”

Wî herwiha got: “Herêma Kurdistanê iznê nade hikûmeta federal ku hemî derîyên sînorî yên wê kontrol bike û agahîyên derbara bac, derhat û xercên xwe da nade ber destê Bexdayê û rê nayê dayîn ku Rêveberiya Çavdêrîya Darayî ya hikûmeta federal jî derbasî Herêma Kurdistanê bibe û babetên hanê hilkolîne.”

Ev babet nîşan didin ku nakokîyên li ser bûce û derhatan di navbera Hewlêr û Bexdayê da hê çareser nebûne, her çend ku hin rayedarên Hewlêr û Bexdayê hertim di hevpeyvînan da hewil didin gotûbêjên têkildarî nakokîyan erênî nîşan bidin.

 

Serepeyv