HDP ji wergirtina alîkariya xezîneyê ji bo hilbijartinan hat bêparkirin
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, di doza daxwaza girtina HDP’yê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya digot bila dest dayînin ser hesabên partiyê yên alîkariya xezîneyê, qebûl kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, îro Pêncşemê 5ê Çileya 2023an, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo biryarê li ser blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê bide civiya.
Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6ê Çileyê de pêk were de, biryar da ku hesabê HDP’yê yê bo wergirtina alîkariya xezîneyê bi awayê demkî bê blokekirin.
Cihê balkêşiyê ye ku biryar bû herî dereng 10ê Çileya 2023an bûceya alîkariyê li ser partiyan bê dabeşkirin, lê Dadgeha Destûra Tirkiyê civîna xwe pêş anî û biryara xwe eşkere kir.
Di demekê de ku doza girtina HDP’yê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku bûceya alîkariya hilbijartinan ku ji pêş ve ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDP’yê neyê dayîn û bûceya wê bê qutkirin.
Ev biryara Bekîr Şahîn di nav berpirsên HDP’yê de bibû sedema karvedanan.
Hevseroka HDP’yê Pervîn Buldan roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an di civîna fraksyona partiya xwe de daxwaz ji Dadegeha Destûra Bingehîn kiribû ku vê daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê red bike.
HDP sêyemîn fraksyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bi dest xist û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDP’yê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine.
Ji 5ê Mijdara 2021ê ve bi hinceta “peywendiyên ligel terorê” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin û doza wê berdewam e.