Çile 02, 2023 16:04 Asia/Tehran
  • Sipah: “Tolhildana ji sebebkar û kujerên Şehîd Sulêymanî karekî tekûz û teqil e”

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di salvegera sisêyan a şehîdbûna serdarê şehîd Hecî Qasim Sulêymanî da tolhildana ji sebebkar û kujerên Şehîd Sulêymanî wek karekî tekûz û teqil zanî.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand, şehîdbûna mezlûmane ya serdar "Hecî Qasim Sulêymanî", nav, bîr, raman û hemase û mêrxasiyên Fermandeyê Berxwedanê li navçeya Rojavayê Asyayê ku bala raya giştî ya cîhaniyan nemaze nifşên ciwan û têkoşerên bawermend, heqxwaz û dijî zilmê yên netewe û civakên mirovahiyê dikişîne, bûye sebeb ku gotina Berxwedanê û dijayetiya li hemberî istikbarê li seranserî cîhanê belav bibe.

Di dewama vê daxuyaniyê da jinavbirina komploya DAIŞ'ê li navçeyê û ewlehya mayînde ya roja îro li Îrana ezîz, ji ber têkoşînên bi mêrxasî û fîdakariyê yên Hecî Qasim û Berevanên Heremê yên serfiraz hatiye zanîn û wisa hatiye tekezkirin: Kûrahiya stratejîk a roja îro ya Komara Îslamî ya Îranê û cihgirtin li sînorên berxwedana dijî siyonîzmê, ji bingeh û binaşeyên qaweta pêşîlêgirtinê û garantiya ewlehiya welêt in.

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî kiryara Amerîkayê ya şehîdkirina Serdar Sulêymanî wek "Kiryara Terorîstî" zanî.

Berdevkê fermî yê Konseya Zanayên Filistînê jî got: Şehîd Hecî Qasim Sulêymanî ji bo zindîxweyîkirina meseleya Filistînê di wijdan û hişê nifşên nû da, hewl da.

Şêx Muhemed Salih Mew'id her wiha got: Konseya Zanayên Filistînê sipasiya jidil ji hemî wan kesan dike ku ketin kêleka Berxwedanê, nemaze fermandeyê mezin şehîd Qasim Sulêymanî ku pişta meseleya Filistînê girt, şehedê şerê Tîrmeha 2006an bû û li meydana şêrr amade bû.

Sekreterê gişt ê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê jî got: Serdar şehîd Qasim Sulêymanî ji fermandeyên payebilind bû û roleke wî ya girîng di alîkariya bo serkeftinên Bereya Berxwedanê hebû.

Yasir Hûrî got: Şehîd Sulêymanî ji hindik kesan bû ku dûr ji medyayan û bêyî mezinnîşandanê, serkeftinên mezin pêk anîn û ev yek ji ber dilpakî, vîn û baweriya Şehîd Sulêymanî li erka dînî û îbadeta Xwedayê mezin bû.

Serdarê sipehbod Qasim Sulêymanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 3ê Çileya 2020î di halekî da ku li ser vexwendina fermî ji aliyê rayedarên Iraqê va serdana vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî El-Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên xwe di encama êrîşa asimanî ya ji aliyê hêzên amerîkî yên destdirêjker û terorîst va li nêzikî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.

 

Serepeyv