Kanûn 28, 2022 15:26 Asia/Tehran
  • Rapor: Bi dayîna Destûrnameyên Keşfkirinê rewş ji bo karkirina 3000 kesî amade bû

Rêveberê Gişt ê Ofîsa Karûbarên Keşfkirinê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Bi saya dayîna 629 destûrnameyên keşfkirinê ji destpêka sala 1401ê (Koça Rojî) va heta dawiya meha Abanê, rewş ji bo karkirina sê hezar û 448 kesan amade bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê, Îbrahîm-Elî Molabeygî, Rêveberê Gişt ê Ofîsa Karûbarên Keşfkirinê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Bi dayîna vê hejmara destûrnameyên keşfkirinê, heft hezar û 776 kîlometrên çarkunc ji rûbera tevahiya welêt ketiye bin operasyona keşfkirin û sehkirinê.

Molabeygî got: Hejmara herî zêde ya destûrnameyên keşfkirinê yên raberkirî di vê heyamê da têkildarî Koma 6an a madeyên madenî (Kanzayên metal) ye. Wî her wiha got: Di vê heyamê da bi giştî 301 destûrnameyên keşfkirinê ji bo kanzayên metal hatine dayîn ku rûbereke derdora heft hezar û 108 kîlometrên çarkunc digire ber xwe.

Rêveberê Gişt ê Ofîsa Karûbarên Keşfkirinê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Di heyama 8 mehên destpêka salê da 98 destûrnameyên keşfkirinê ji bo Koma 4an a madeyên madenî (Kevirên ji bo bedewkariya avahiyan) hatine dayîn. Her wiha 92 destûrname jî ji bo Koma 5an a madeyên madenî hatine dayîn.

Molabeygî di dewamê da got: 61 destûrname ji bo Koma 1ê (xîz, mase û kîlte (clay)) hatine dayîn û bi vê rêyê rewş ji bo karkirina 224 kesan amade bûye. Di Koma 3an (Mîka, axesor, grafît û hwd) da jî 44 destûrnameyên keşfkirinê hatine dayîn ku bi saya wan 188 derfetên karkirinê hatine dabînkirin.

Wî her wiha ragihand: Di Koma 2an a madeyên madenî da (Kevirên binesaziyê) 33 destûrnameyên keşfkirinê hatine dayîn ku rêjeya herî kêm di nav hemî koman da ye û bi vê rêyê jî derfet ji bo karkirina 207 kesan hatiye dabînkirin.

 

Serepeyv