Kanûn 19, 2022 17:56 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Îranê di sêyemîn Komcivîna Gotûbêja Tehranê da amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo avakirina pêbaweriyê û hevkariya digel welatên cînar û welatên derdora Kendava Farisê di hemî berûlayan da ragihand.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran amadeyî avakirina pêbaweriyê û hevkariya digel welatên cînar li navçeyê û derdora Kendava Farisê di hemî berûla û astan da ye da ku carekê ji bo hertim hizra dabînkirina ewlehiyê ji derveyî navçeyê ji holê derkeve û bi hevkariya welatên navçeyê, ewlehiyeke mayînde pêk were.

Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vêya ku Îran hertim ji xîm û bingehên aramiyê li navçeyê û di bereya pêşî ya têkoşîna dijî terorîsma DAIŞê wek gefeke hevpar li dijî navçe û tevahiya mirovahiyê bûye, got: "Ez di bereberê salvegera terora cinayetkarane ya amerîkî û şehîdkirina du qaremanên mezin di têkoşîna li hemberî terorîsmê da, şehîd Ebû Mehdî El-Muhendis û şehîd serdar Qasim Sulêymanî wan bi bîr bînim û rêzê li wan ku qaremanên mezin ji bo parastina ewlehiya Îran, Iraq, navçe û cîhanê bûn, bigirin."

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha tevî amajeya bi mijara şerê Ukraynê, got: Îranê ji destpêka vê qeyranê da bi berxwegirtina Bêterefiya Çalak, tekezî li ser bikarneanîna zorê û çareserkirina kêşeyê bi rêya siyasî û gotûbêjê kiriye.

Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê yê berê jî wek mêvaneke Komcivîna Gotûbêja Tehranê di axaftina xwe da tevî amajeya bi bandorên şerê Ukraynê li ser alûgorên navneteweyî, got: Vî şerê careke din girîngiya enêrjiyê di warê cîhanî da bi taybet girîngiya nift û gazê derxist rojevê û welatên rojavayî neçar kirin ku girîngiya mijarên weke OPEC Plus'ê bipejirînin an jî hin gotûbêjan bi Venezuelayê ra ku çavkaniyên wê yên enêrjiyê bi kar tînin, pêk bînin.

Denis Moncada wezîrê derve yê Nîkaraguayê ji beşdarên din ên vê komcivînê bû ku tevî amajeya bi rola nerênî ya emperyalîsm û serdestîxwaziya Amerîkayê ku bi berxwedana Nîkaragua û welatên din tûşî şikestê bûye, got: Îran û Nîkaragua dost û bira ne; em li hemberî serdestîxwaziyê li ber xwe didin û em ê bi ser kevin; baweriya me bi avakirina cîhaneke baştir, çendcemserî li gorî rêzgirtina li welatan heye ku hemiyan digire ber xwe.

Muhemed bin Ebdulezîz Xelîfî alîkarê wezîrê derve yê Qeterê jî di axaftina xwe li sêyemîn Komcivîna Gotûbêja Tehranê da tekez kir ku Qeter cuda ji navçeyê nîne û hertim hewl dide ku deriyên gotûbêjê vekirî bihêle.

Vî dîplomatê qeterî yê payebilind got: Qeter bawer e ku gotûbêj rêya herî baş ji bo jinavbirina nakokiyan di peywendiyên navbera welatan da ye; Ez sipasiya we dikim ku ev bername bi awayê serkeftî hat lidarxistin.

Her wiha Carlos Martínez alîkarê wezîrê derve yê Venezuelayê di axaftineke kurt li vê komcivînê da bi gotina vêya ku, em bawer in rola Îranê ya avaker di vê kêliyê da roleke girîng e, got: Ez ji aliyê dewleta Venezuelayê sipasiya we ji ber vexwendinê dikim; em bawer in rola Îranê ya avaker di vê kêliyê da roleke girîng e; em hevgirtina xwe tev gelê Îranê radigihînin.

 

Serepeyv