Mijdar 28, 2022 16:38 Asia/Tehran
  • Rojnameya Siyonîstî: Em di Kupa Cîhanî da tê gihîştin ku çiqasî nefretbar in

Rojnameya Yedîût Aharonûtê tevî amajeya bi pirsgirêkên nûçegihanên Rejîma Siyonîst ji bo ragihandina nûçeyên Kupa Cîhanî ya 2022an mukir hat ku wan li Qeterê fam kir ku çiqasî Israyîl di Cîhana Ereban da nefretbar e.

Nûçegihanên rojnameya Yedîût Aharonûtê ku çûne Qeterê gotiye ku ne tenê rejîm û desthilatdar belkî nefreta ji Israyîlê di nav xelkê li kuçe û kolanan jî heye.

Nûçegihanên siyonîst her wiha gotiye: Li nav kolanan filsitînî, îranî, qeterî, merakeşî, sûrî, urdinî, misirî û libnanî bi çavên tijî nefret li me dinêrin.

Siyonîst di rewşekê da ji diyarkirina pênaseya xwe li Qeterê ketine tirsê ku di rojên derbasbûyî da bi caran nûçegihanên israyîlî ku xwestine bi tamaşevanên Kupa Cîhanî ya Qeterê ra hevpeyîvînan pêk bînin, hatine qewirandin û ti kesî nexwestiye ku bi wan ra hevpeyîvînê pêk bîne.

Malpera Israîlê jî îro qala êrîşa li ser nûçegihanê xwe yê li Kupa Cîhanî ya Qeterê kir û nivîsî: Êrîşkarên li ser nûçegihanê me gotiye: "Tu israyîlî yî, kujerê birayên min".

Di babeteke din da ajovanê taksiyê li cihê lidarxistina pêşbirkên Kupa Cîhanî Dor Hofmen nûçegihanê israyîlî û wênegirê hevrê digel wî li cihekî dûr ji cihê diçûye peya kirine û gotiye ku pere ji wan nasîtne. Wî ji van du israyîliyan ra gotiye: "Tiştek bi navê Israyîlê tuneye."

Her wiha li xwaringeheke cihê lidarxistina Kupa Cîhanî dema ku xizmetkar û xwediyê wir pê hesiyane ku tîma wênekişandinê ya israyîlî li wir e, ew derxistine û ji wan ra gotine ku "Herin derve. Ti cihekî we li vir tuneye."

Dagirkerên israyîlî wisa difikirîn ku asayîkirina peywendiyan digel çend welatên erebî dê ewlehî û pêşerojeke baştir ji wan ra bîne; lê Kupa Cîhanî ya Qeterê selimand ku wan wek berê li navçeyê û li nav welatên îslamî û erebî û heta gelek ji welatên ku têkiliyên fermî digel rejîma dagirker hene, ti cihekî xwe tunene û piştevaniya ji meseleya Filistînê bûye mijareke rojeva kupa cîhanî.

 

Serepeyv