Cotmeh 13, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Kurdên niştecihê Ewropayê di bin siya gefa Tirkiyê da

Li gorî nivîsa Kovara Kodayê, Kurdên niştcihê Ewropayê bi taybet li welatên Skandînaviyê hertim tûşî tundûtûjî û gefa rêxistin û komên bin sîvana piştevaniya dewleta Erdoxan li van welatan dibin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kovara Kodayê di raporekê da amaje bi berfirehiya rêxistin û torên di bin sîvana piştevaniya dewleta Receb Teyib Erdoxan da li welatên ewropî kiriye ku armanca wan gefxwarin, tirsandin û tundtûjiya li dijî neraziyên di sirgûnê yên li Ewropayê ye.

Ehmed Donmez rojnamevanê tirkiyeyî yê niştecihê Swêdê ji goriyên tundûtûjiya komên girêdayî bi Tirkiyê li Ewropayê ye. Wî gotiye ku ketiye ber êrîşa çend kesên nenas. Polîs nekarî wan nas bike, lê ew bi xwe piştarst e ku destûra êrîşê ji Enqereyê hatiye.

Nît Şenkan rêveberê payebilind ê lêkolînê li Enistîtûya Mala Azadiyê ji vê kovarê ra gotiye ku Tirkiye ji wan welatan e ku dijberan li derveyî sînorên xwe jî serkut dike.

Vê kovarê bal kişandiye ser rola Rêxistina Gurên Gewr, koma neteweperest û zêdegav a tirkiyeyî di dijayetiya digel dijberan da bi taybet dijî kurdan li derveyî sînorên vî welatî û ev rêxistin wek sebebkara gelek êrîşên li dijî kurdên niştecihê Ewropayê daye zanîn.

Hn çalakên kurd ên niştecihê Swêdê wek Îmet Kurdo bawer in ku zexta li ser kurdên niştecihê welatên Skandînaviyê bi taybet Swêdê, piştî daxwaza Swêdê û Fenlandî ji bo endamtiya li NATOyê zêde bûye, ji ber ku Tirkiyê qebûlkirina vê daxwazê girêdayî bi radestkirina kurdên nerazî yên niştecihê van welatan kiriye.

Çalakên wek Hemze Yalçîn, rojnamevanêl kurd ê niştecihê Swêdê qala pêwîstiya parastina xwe ji ber îhtimala êrîşên berdewam ên kes û komên ser bi dewleta Erdoxan kiriye; ji ber ku li gorî gotina wê, ev kes û rêxistin li her derê hene û dibe ku neraziyên kurd bikin armanca êrîşên xwe.

Li gorî nivîsîna vê kovarê, dewleta Erdoxan gelek rêxistin û komên mezhebî û neteweperest li Swêdê hene ku dikarin êrîşî ser neraziyan bikin.

 

Serepeyv