Cotmeh 10, 2022 16:06 Asia/Tehran
  • Rapor - Salek ji hilbijartina pêşwext li Iraqê derbas bû; hewlên ji bo derxistina welêt ji asêbûna siyasî didomin

Hewildana kesayet û tevgerên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina eyrana siyasî ya vî welatî di yekemîn salvegera hilbijartina pêşwext da berdewam e.

Serokomarê Iraqê di yekemîn salvegera lidarxistina hilbijartina pêşwext û dewama asêbûna siyasî li vî welatî piştî hilbijartina navbirî da, li ser pêwîstiya rawestandina xeleka qeyranan û pêkanîna hakimiyeteke bi hişmendî li welêt tekez kir.

Salek piştî lidarxistina hilbijartina parlimanî ya pêşwext û asêbûna siyasî li Iraqê û hewildanên serneketî ji bo çareserkirina qeyrana siyasî li vî welatî, rayedarên siyasî û rêberên Iraqê doreke nû ya hewildanan ji bo çareserkirina qeyranê dest pê kiriye.

Berhem Salih serokomarê Iraqê îro di twitterê da nivîsî: Salek ji hilbijartinê (parlimanî) derbas bû, bêyî ku pêvajoya Qanûna Bingehîn were kemilandin û ev yek bîrênereke acizker ji bo derfetên jidestçûyî yên welatê me û vîneke girîng ji bo yekîtî û gotûbêja neteweyî ya giştalî ye ku esas û armanca wê berjwendiyên welat û gel û pêkhatina mafên wî ji bo hebûna jiyaneke azad û hêja ye.

Berhem Salih her wiha got: Dema wê yekê hatiye ku dawî li xeleka qeyranan were û hakimiyeteke bi hişmendî were pêk were.

Hevdem medyayên Iraqê qala serdana taximeke payebilind a pêkhatî ji serokê parlimanê, serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê û berendamê serokwezîrtiya Iraqê bo Hewlêrê bi armanca lezandina pêvajoya bijartina serokomarê vî welatî kir.

Muhemed Helbûsî serokê parlimana Iraqê îro di serê taximeke parlimanî ya pêkhatî ji Muhemed Şiya' El-Sûdanî berendamê serokwezîrtiyê û Falih Feyaz serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê gihîşte Hewlêrê.

Ev taxim dê digel Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bicive û derbarê lihevkirina li ser demeke diyar ji bo lidarxistina civîna parlimanê bi mebesta bijartina serokomarê bi wan ra bişêwire.

Rêbîn Selam endamê PDK'yê di vî warî da got: Taxima navbirî ji bo pêkanîna hevgirtinê û nêzikkirina du partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê dê hewil bide û dê derfetê bide wan da ku berendamê xwe ji bo serokomartiyê tayîn bikin û bi vî awayî qonaxên din ên damezirandina dewleta nû ya Iraqê bên derbaskirin.

Serokwezîrê Iraqê jî ji hemî alî û partiyên iraqî xwest ku berê xwe bidin gotûbêja beraqil, aram û avaker da ku Iraq ji qeyranê were derxistin.

Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja Duşemiyê di axaftinekê da ji hemî partî û hêzên siyasî xwest ku ji bo çareserkirina qeyrana siyasî berê xwe bidin mentiqa gotûbêjên beraqil, aram û avaker û ji bo rêkarên neteweyî yên giştalî tê bikoşin.

Kazimî got: Me sala derbasbûyî di rojeke wiha da hilbijartina parlimanî ya pêşwext li ser daxwaza gelê Iraqê û bi awayekî serkeftî li dar xist û li gorî piştarstkirina NY û çavdêrên din, ev hilbijartin herî zêde bi awayê ron hat lidarxistin.

Hevdem serokê Hevpeymaniya Nesrê hişyarî da ku eger asêbûna siyasî li Iraqê berdewam bibe, dibe ku gel rabe û qeyrana Iraqê derkeve rewşeke navneteweyî.

Heyder Ebasî serokê Hevpeymaniya Nesrê bi weşandina daxuyaniyekê bi mebesta derbasbûna salekê ji lidarxistina hilbijartinê, nivîsî: Salek ji lidarxistina hilbijartina pêşwext derbas bûye û hema wisa asêbûna siyasî li welêt didome; ev ji bo kesên ku rêberiya gel û rêveberiya hikûmetê girtine ustiyê xwe, ne hêja ye.
 

Serepeyv