Cotmeh 09, 2022 10:49 Asia/Tehran
  •  Rapor -

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li bakûrê Sûriyê, Evîn Cûma diyar kir ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku 3 sal berê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin, mirov nikare behsa ewlehiyê bike û wiha got: "DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike."   

Li gorî rapora Ajansa Mezopotamyayê (MA), Emrûllah Acar nivîsiye: Bi ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 3 sal derbas bûn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike hatibûn dagirkirin. Ji roja ev bajar hatine dagirkirin ve sûcên wekî revandin û qetilkirina mirovan, xespkirin, destdirêjî û guherandina demografiyê tên kirin. Ev bajarên ku veguherîne baregehên hêzên paramîlîter ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibin cihê xetereyek mezin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine qetilkirin û zêdetirî 450 hezar welatî hatine girtin û revandin.
 
Li Girê Spî zêdetirî 100 hezar kes û li Serêkaniyê jî zêdetirî 200 hezar kes ji Serêkaniyê hatine koçberkirin. Ji Tirkiyeyê jî 6 hezar penaber li Girê Spî û zêdetirî hezar û 800 DAIŞ'î jî tevî malbatên xwe li Serêkaniyê hatine bicihkirin. 
 
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN': Evîn Cuma bibîr xist ku di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re 3 sal derbas bûne û got ku piştî dagirkeriyê li herêmê gelek guhertin çêbûne. Cûma anî ziman ku bi deh hezaran kes neçar mane dest ji axa xwe berdin û wiha got: “Piraniya kesên neçar man koç bikin kurd in. Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve, êrişên hovane li dijî gel tên kirin. Çekên giran hatin bikaranîn û di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Di êrîşan de welatiyên sivîl bi zanebûnî hedef hatin girtin. Ên nekuştin jî ew koçber kirin û dest danîn ser erdên wan û xaniyên wan. Kesên ku nexwestin dest ji malên xwe berdin hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan. Jiyana li her du bajaran jî pir zehmet e. Kesên ku tên girtin û revandin rastî îşkenceyê tên. Bi qasî ku me tespît kiriye di 3 salan de zêdetirî 450 hezar kes hatine girtin û revandin."
 
'DAIŞÎ ANÎNE VAN DERAN': Evîn Cûma da zanîn ku hin kesên ku li herêmê hatine desteserkirin di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin û wiha got: “Kesên tên girtin li gorî qanûnên Tirkiyeyê tên darizandin û cezakirin. Gelek kes bi cezayê muebbedê hatine cezakirin. Niha nêzî 400 hezar kesên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji malên xwe dûr, di şert û mercên zehmet de li kampan dimînin. Armanca vê zilmê ji bo guherandina demokrafiyê ye. Li şûna xwecihên van deran malbatên çeteyên DAIŞ'ê hatin bicihkirin. DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike." 

 

Serepeyv