Rapor - Jiyana dijwar a karkerên demsalî li bajarên Tirkiyê
Karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Bûrsa, Konya û herî dawî jî li Balayê li nav zeviyên pîvazan dixebitin, bi pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, tenduristî û perwerdehiyê re rû bi rû ne. Zarokên karkeran ku di nava şert û mercên xirab de rojê zêdetirî 12 saetan bi 100-250 TL'yî dixebitin, haya wan ji dibistanê nîne.
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê, Karkerên çandiniyê yên ku ji bo berhevkirina pîvazan ji gelek bajarên cuda, bi taybet ji bajarên kurdan tên Balayê, çendî zêde bixebitin jî heqdesta wan pir hindik e. Heqdesta rojane ya bêsîgorta di navbera 100-250 TL'yî de ye. Karkerên ku serê sibê saet di şeşan de dest bi kar dikin, heta pêncê êvarê dixebitin. Her sal bi hezaran malbat ji bo berhevkirina mişmiş, narengî, findiq, pîvaz û hwd. berê xwe didin bajarên dûr. Her wiha karkerên demsalî ji xeynî pirsgirêkên di warê hêwirandin, xwarin, tenduristî û perwerdehiyê de, bi êrişine nijadperest re jî rû bi rû dimînin.
Ev rapor hinek behsa karkerên çandiniyê dike ku ji bo komkirina kartolan ji Riha, Hatay û Edeneyê çûne Bursayê û ji wir jî ji bo komkirina pîvazan hatine Balayê.
PIRSGIRÊKA AVÊ
Emîne Yildiz (65) bi hevjînê xwe û du zarokên xwe re li nava zeviyan dixebite. Yildizê diyar kir ku ew ji navçeya Eyyubiyeyê ne û got ku li vir herî zêde pirsgirêka wan a avê heye. Yildizê wiha got: “Ava paqij nîn e, ava em vedixwin jî şor e. Em pîvazan berhev dikin û kom dikin. Divê em pere qezenc bikin. Em di konan de dijîn û li vir nexweşxane jî nîne. Dema zarokên me nexweş dikevin em nizanin em ê çawa wan bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku maleke zarokên min tune ye û em nikarin debara xwe bikin em hatin vir."
‘PEREYÊ BI DEST ME DIKEVE BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊ'
Zehra Bulut (34) jî hem bi zarokên xwe re eleqedar dibe hem jî behsa karkeriya demsalî dike: “Dibistan dê di 12’ê îlonê de vebin. Em ê 2 mehan li vir bin. Zarokên min wê nikaribin biçin dibistanê. Em rojane dixebitin. Pereyên ku em distînin, em bi zor pê debara xwe dikin. Zehmet e ku mirov bi vî rengî li zarokên xwe binêre. Paqijî tuneye, nexweşî pir e. Ez nikarim hewcedariyên xwe yên şexsî jî bi cih bînim. Dema ku karê me biqede em ê vegerin Rihayê, lê pereyê ku em bi dest dixin dê bi kêrî tiştekî neyê.”
‘EM MECBÛR IN' Dayika 9 zarokan Kudret Atik (61) jî ji Rihayê ye, lê li navçeya Dortyol a Hatayê dijî. Atîk got: “Dema karê li nav zeviyan diqede, vê carê jî karê li kon dest pê dike. Ez xwarinê çêdikim. Ger av hebe, karên serşokê jî heye. Ger av tunebe jixwe em wisa dimînin. Gelek zarokên min betal in. Ji ber ku rewşa min a aborî nebaş bû, mecbûr mam wan neşînim dibistanê. Heqdesta me ya rojane 100 TL ye. Pîvaz bi destan tên kişandin. Em wan bi meqesê jêdikin û paşê dixin kîseyan. Em ji bo heqê nên gelek tiştan tamûl dikin. Her tişt pir buha ye, em nexebitin dê çi bibe, em ê çi bikin? Ma bi vî pereyî em ê heqê ceryanê bidin an heqê avê? Em nizanin em ê çi bikin. Sedema sereke ya her tiştî aborî ye, bila alîkariya me bikin."
ŞER, KOÇBERÎ, BETALÎ Û PIŞTEVANIYA JINAN Heva Ehmed (58) ku di sala 2014'an de ji ber êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê koçî taxeke kurdan a Edeneyê kiriye, behsa zehmetiyên penaberî, karkerî û jinbûnê kir. Ehmed serpêhatiya xwe bi van gotinan anî zimên: “Em ji ber destê DAIŞ’ê reviyan. DAIŞ'ê bi hezaran kes kuştin. Hemû milkên me talan kirin. Hevjînê min jî bi çandiniyê re mijûl e. Her tişt pir buha ye. Heger pereyên bi dest me dikevin têra me bikira, em nedihatin vê çolê. Nexweşiyên min hene, lingê min şikestiye. Lê li vir jin tu carî min bi tenê nahêlin. Li vir, em her tiştî bi hev re dikin. 2 meh berê em li Bursayê bûn, em 2 roj berê hatin vir. Dema em li Bûrsayê diman konên me di bin avê de man û em nikaribûn bixebitin."