Qanûna nû li ser pizîşkan li Tirkiyê; Koça pizîşkan bo derveyî welêt didome
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê qanûneke nû li ser beşeke karmendên tenduristiyê pesend kir. Li gorî qanûna nû, doktorên ku li binkeyên tenduristiyê kar dikin dê ji bilî mûçeya xwe li gorî hejmara nexweşên ku derman kirine, pereyekî weke heqdestê zêde bistînin lê li gorî aliyên peywendîdar, pirsgirêk bi vê qanûnê çareser nabe, pêwîst e hemû pirsgirkên doktoran û karmendên tenduristiyê bêne çareser kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ji bo başkirina rewşa karmendên tenduristiyê yên weke “doktorê malbatî” kar dikin biryareke nû da. Li gorî biryara wezaretê her doktorê ku rojane ji 41 heta 51 nexweşan bibîne dê 10 ji sedî ya mûçeya xwe, doktorên ji 51 heta 60 nexweşan bibîne dê 21 ji sedî ya mûçeya xwe doktorê ku ji 61 heta 75 nexşweşan bibîne dê 31 ji sedî ya mûçeya xwe doktorên ku ji 75 nexweşan zêdetir bibîne jî dê 42 ji sedî ya mûçeya xwe weke heqdestê zêde bistîne.
Rêveberê Odeya Pizîşkan Alican Bahadir li ser biryara nû ya got, “Biryarên bi vî rengî di saziyên tenduristiyê dê zêdetir bibe saziyên bazirganiyê, dibe ku doktor neçar bibin ku zêdetir nexweşan peyda bikin, ew jî dê bibe sedem ku tenduristî êdî bê kirîn û firotin, piştî demekê êdî tenduristîya xelkî dê bibe tiştekî wisa ku hindek alî ji xwe re qazancekî pê peyda bikin.”
Li gorî amarên odeyên doktoran ji ber şertên xirab sala 2020an 947, sala 2021an hezar û 45 û 6 mehên destpêka îsal 2 hezar 500 doktor çûne derveyî Tirkiyê, li gorî şarezayan jî heger kêşeyên doktoran çareser nebin dê çûyîna wan ya ji bo derve berdewam be.
Akademisyen Prof. Dr. Hasan Okuyucu got, “Ez weke akademiysenekî dikarim bêjim ku du xalên sereke yên wê meseleyê hene, ya yekem ew e ku pêwîst e karmendên tenduristiyê di aliyê pîşeyî de xwe li qadeke aram bibînin ku bikaribin bi aramî karê xwe bikin ya duyem jî ew e ku pêwîst e pêdiviyên wan yên darayî bêne dabîn kirin. Heger ev her du neyên kirin kêşe çareser nabe.”
Li ser çûyîna doktoran ya ji bo derveyî Tirkiyê û kêşeyên wan piraniya xelkê Wezareta Tenduristiyê weke berpirsiyar dibe û li gorî xelkê biryara nû ya wezaretê jî nikare kêşeyê çareser bike.
Kesûkarê Nexweşan Sedat Dere anî ziman, “Bi ditîna min mafê doktoran heye ku biçin derve, ji ber ku li Tirkiyê jiyan zehmet e, mafê wan heye ku biçin li welatekî din rehettir bi qazancekî baştir kar bikin, li Tirkiyê gelek kêşeyên doktoran hene.”
Karmendê Nexweşxanê Metin Tanik got, “Rewşa welatê me gelekî xirab e, heger doktorek jî êdî nekare bi mûçeya xwe debara xwe bike êdî gotin xilas dibin lê çûyîna derveyî Tirkiyê jî ne çareserî ye, çûyîn hêsan e lê her dîsa ew û wijdana xwe dizanin.”
Hemwelatî Sabrî Mendanoglu anî ziman, “Doktor mafdar in. Xizmeta ew dikin gelek e lê ew berhemê keda xwe nastînin.”
Li Tirkiyê bi giştî zêdetirî 130 hezar doktor hene, di serî de doktor û karemendên tenduristiyê gelek caran ji bo ku rewşa wan a darayî û pîşeyî bê baş kirin çalakiyan encam didin.