Tebax 02, 2022 13:47 Asia/Tehran
  • Encamên kuştina Eymen El Zewahirî ji bo rêveberiya Biden

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku serokê rêxistina El Qaîdê Eymen El-Zawahirî di encama êrişa balafirên bêpîlot ên Amerîkayê li ser cihekî li Kabulê hatiye kuştin.

Biden di daxûyaniya xwe de ragihand: “Me Eymen El-Zawahirî, serkirdeyê grûpa El Qaîdê ku gelek Amerîkî di êrîşên curbicur de kuştine, li Efxanistanê kuşt. Dûvre di twîtekê de ev nûçe piştrast kir û îdia kir: "Edalet pêk hat."

Eymen Zewahirî di sala 2011an de piştî kuştina “Usama Bin Ladin” di êrîşa leşkerên Amerîkî de li ser bajarekî Pakistanê, weke serokê El Qaîdeyê hat hilbijartin. El Zewahirî weke yek ji sebebkarên sereke yên êrîşa terorîstî ya 11ê Îlona 2001ê li New York û Washingtonê dihat naskirin; Êrîşên ku bûn sedema mirina nêzî 3 hezar kesî. Ji wê demê ve, Amerîkayê hewl da ku El Zewahirî bigire an bikuje, ku di dawiyê de di havîna 2022 de gihîştiye armancek weha.

Lêbelê, guman li ser çawaniya naskirina el-Zewahirî li Kabulê û çawaniya kuştina wî zêde bûne. Çawa Amerîka piştî derketina ji Efxanistanê veşartgeha rêberê El-Qaîdeyê dît, di vî warî de şik û guman ji mirov re çê dibe û eva meseleke girîng e. Ji ber vê sedemê jî kuştina rêberê El Qaîdê çend roj piştî civîna Taşkendê û yekem gotûbêja berpirsên Amerîkî û berpirsên Talîbanê piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê vê grûpê ve, gumana hevkariya istixbaratî û operasyonê di navbera Amerîka û Talîbanê de çêkir  ta ku Amerêka bikare bi awayekî fizîkî serokê El-Qaîde ji holê rabike, Bi taybetî medyayê ragihand ku di civîna Taşkentê de danûstandin di navbera Talîban û Amerîkiyan de Amerîkayê pejirandiye dev ji desteserkirina beşek ji samanên Banka Navendî ya Efxanîstanê ku li bankên Amerîkî de ye, berde.

Bi gotineke din, dibe ku di berdêla soza Amerîkiyan de ku beşek ji mal û milkên Efxanîstanê azad bikin, Talîbanê,  Amerîka ji cîhê El Zewahirî agahdar kiribe û rê ji bo kuştina wî li Kabulê serast kiribe .

Bi her awayî, niha “Joe Biden” serokê Amerîkayê, bi bikaranîna mijara kuştina serokê El-Qaîde, dikare beşek ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî û derve kêm bike. Niha, hejîkirina ji Biden di nav hemî serokên Amerîkî de di asta herî nizm de ye û vekişîna bi serşûrî û şermesarî ya Amerîkayê ji Kabulê di Tebaxa 2021 de ser navê wî hatiye nivîsandin. Ev derketina ji Efxanistanê weke yek ji sedemên nerazîbûna xelkê Amerîkayê ji Biden hatiye binavkirin. Lewma kuştina rêberê El-Qaîde li paytexta Efxanistanê, piştî derbasbûna salekê ser vê derketina bi ser şûrî, dikare alîkariya vegerandina îmaj û hurmeta dewleta Amerîkayê li ber çavên hin welatiyên Amerîkî bike.

Rojnama New York Timesê ji zarê karbidestên niha û yên berê yên hikûmeta Amerîkayê nivîsiye: “Eyman el-Zewahirî di êrîşa Kabulê de hat kuştin, ku yekem êrîşa li Efxanîstanê ye piştî vekişîna hêzên Amerîkî ya sala borî û serkeftineke mezin ya propagandayê ji bo rêveberiya Biden di warê têkoşîna li dijî terorê de tê hesab."

Herwiha biryar e di heyama kêmtir ji 100 rojên din de, hilbijartinên navdewre yên Amerîkayê li dar kevin û Biden û Partiya Demokrat ji têkçûna di van hilbijartinan de gelekî nîgeran in. Ezmûnê îsbat kiriye ku bûyerên wek kuştina serkirdeyên girûpên terorîst, bi taybetî kesên sereke yên bûyera terorîstî ya 11ê Îlonê, pêleke piştevaniyê di nav komek dengderên Amerîkî de çêdike. Biden herwiha hêvî dike ku bi derxistina fermana kuştina Eymen El Zewahirî, wêneya vekişîna riswa ya Amerîkayê ji Efxanistanê ji holê rake û di heman demê de  propagandaya guncaw ji bo berbijarên Partiya Demokrat di hilbijartinên dahatû yên Amerîkayê de bi dest bêxe.

Bidestxistina van armancan, li gor nêrîna berpirsên payebilind ên hikûmeta Amerîkayê berdêla dayîna çend milyar dolaran ji samanên desteserkirî yên gelê Afxanistanê bo koma Talîbanê, erzişa xwe heye.

Serepeyv