Tîrmeh 22, 2022 08:45 Asia/Tehran
  • Berteka gel û rayedarên iraqî li hemberî êrîşa Tirkiyê ser Zaxoyê didomin

Çend hezar kes ji xelkê Iraqê wek nerazîtiya li hember êrişa leşkerî ya pêr a Tirkiyê ser bakûrê vî welatî, li ber balyozxaneya Enqereyê ya li Bexdayê kom bûn û alaya vî welatî jorda anîn.

Di encama êrişa pêr a artêşa Tirkiyê ser navenda geştyariyê ya Perxê li parêzgeha Dihokê de, heya niha herî kêm 11 jin û zarok hatine kuştin û nerazîtiyên li hember vê êrişa Tirkiyê giran dibin û heta nika gelek ji siyasetmedar û kesayetî û bijare li rex çalakên torên civakî van kiryarên Tirkiyê şermezar kirine.

Her di vê çarçoveyê da welatiyên hêrsbûyî yên iraqî êriş birin ser nivîsgeha dayîna vîzeya Tirkiyê li Necefê, ev girêdan û alaya Tirkiyê jorda anîn.

Li navçeyeka din a Necefê jî agir berdane alaya Tirkiyê, neraziyên li Bexdayê jî li ber balyozxaneya Tirkiyê kom bûn û nerazîtiya xwe ya li hember dagirkeriya Tirkiyê nîşan dan.

Herwiha navendên dayîna vîzeya Tirkiyê li bajarên Besre û Nasêriyê jî ji aliyê xelkê hêrsbûyî ve hatin girêdan û vîdêoyên wan jî li torên civakî hatin weşandin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê jî got: Karzanên me piştî ku seredana cihê bûyerê kir, piştrast kirin ku êriş li navçeyekê cih hatiye ku 500 heta 600 geştyar tê de bûn û para zêde ya wan xelkê Bexda û başûrê Iraqê bûn. Wî got: Li wê derê em şehedê karesatekê bûn.

Serokê Tevgera Sedirê jî wek berteka li hember êrişa Tirkiyê ser bakûrê Iraqê got: Tirkiye bi vê gumanê ku Iraq tenê wê bertekeka lawaz û kêm ji xwe nîşan bide, zêdegavî û bêşermiya xwe zêde kiriye.

Hevgavê vê yekê Hadî Amirî, serokê Hevalbendiya Fethê ya Iraqê bi daxuyaniyekê tevî şermezarkirina tund a êrişa Tirkiyê ya ser bajarê Zaxoyê, pêgîrî kir: Nabe ku em wekî berê, li hember vê serederiya bi dijminatî û ber bi berfirehbûnê, tenê vî karî şermezar bikin, belku divê em helwêstên netewî bona piştgîriya ji desthilatdariya welêt û parastina canê xelkê bigirin ber xwe û vê demê pêwîst e dewleta Iraqê sînorên xwe yên bi Tirkiyê re demlidest bide girêdanê û çalakiya kompaniyên Tirkiyê yên li Iraqê jî bide sekinandin.

Qêys Xezelî, serokê Tevgera Esaêb Ehlê Heq a Iraqê jî wek berteka li hember êrişa Tirkiyê ya ser navçeyeka Zaxoyê li twîtekê nivîsî: Em dewleta demkî ya Iraqê û dewleta Herêma Kurdistanê berpirsên cihanîna berpirsyariyan, parastina canê sivîlan û parastina desthilatdariya Iraqê li hember êrişên bidûhev ên Tirkiyê dizanin û ji Parlimanê Iraqê dixwezin ku erkên xwe yên qanûnî di warê girtina pêşiya binpêkirina hakimiyeta Iraqê û parastina hurmeta wê cih bîne.

Anegorî nûçeyeka din, li dû êrişa nû ya Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê, Konseya Wezîran a Iraqê biryar da kardarê balyozxaneya xwe ji Enqereyê ban bike û pêvajoya bijartina balyozê nû li Tirkiyê bide sekinandin. Bexda herwiha piştî êrişa hewayî ya vê dawiyê ya Tirkiyê ser Zaxoyê, li Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, doz vekir.

Tirkiye di van salên dawiyê de bi mihaneya serkutkirina neyarên xwe yên Kurd, bi awayeka berdewam êrişî navçeyên kurdnişîn ên Iraq û Sûriyê kiriye.

 

Serepeyv