Tîrmeh 08, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bo heciyên Beytullah El Heramê peyameke girîng da weşandin

Naveroka peyama Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hezretê Ayetullah Xamineyî ji bo heciyên Beytullah El Heramê bi vê awayî ye.

بسم‌اللّه‌الرّحمن‌الرّحیم

والحمد للّه ربّ العالمین و صلّی اللّه علی محمّد المصطفی و آله الطّاهرین و صحبه المنتجبین

Em spasiya Xwedayê hêja û hekîm dikin ku careke din heyamê Hecê ya bi xêr û bereket ji netewên Mislimanan re kir civîngeh û ev riya xêr û dilovaniyê ji wan re vekir. Umeta Îslamê niha dikare careke din di vê neynika şefaf û ebedî(hetahetayî) de yekîtî û yekparçebûna xwe bibîne û bişopîne û xwe ji meqsedên dubendî û cudatiyê dûr bixe.

Yekitiya misilmanan yek ji du bingehên serke yên Hecê ye, ku dema bi zikir û manewiyetê re ku bingeha din a serekeya vê erka bi sir û remz e, bibe yek dikare Umeta Îslamê bigihîne qoçê bilind ê rûmet û bextewariyê û wê bike mînaka  "We Lillah el-Îze we li Resûlehî û lilmuminîn"  «وَ لِلَّهِ العِزَّةُ وَ لِرَسولِهِ وَ لِلمُؤمِنین». Hec pêkhateyek e ji van du hêmanên siyasî û manewî; Û dînê pîroz ê îslamê jî têkeleka birûmet û bi heybet a siyaset û manewiyetê ye.

Di dîroka vê dawiyê û serdemê de dijminên netewên Misilman ji bo lawazkirina van her du elekserên jiyanê, yanî yekîtî û manewiyet di nav miletên me de, hewldan û xebateke mezin kirine. Bi pêşxistina şêwaza jiyana rojavayî ya ku ji ruhê manewî bêpar e û ji kurtbîniya maddî derketiye holê, bi berfirehkirin û xurtkirina mebestên xapînok ên parçebûnê yên wekî ziman, reng, nijad û erdnîgariyê, ruhiyetê qels dikin û bi vê awayî cudatî û neyariyta navbera neteweyên misilman dişopînin.

Umeta Îslamê ku mînaka wê ya biçûk niha di merasîma sembolîk a Hecê de tê dîtin, divê li hemberî van hewldanên dijmin rabe û li ber xwe bide; Wateya wê ji aliyekî ve xurtkirina zikrê Xwedê, xebata ji bo Xwedê, hizirkirina li ser peyv û gotin Xwedê, baweriya bi sozên Xwedê teala di derûniya her kesî de ye, ji aliyê din ve jî serketina li hemberî mebestên dubendî û cudatiyê ye.

Tişta ku roja îro bi teqez dikare bê gotin ew e ku şert û mercên îroyîn ên cîhanê û alema Îslamê ji her demê zêdetir ji bo vê hewldana giranbiha xweştir in.

Lewre berî her tiştî îro li welatên îslamî elît û gelek girseyên xelkê bala xwe dane ser dewlemendiya xwe ya mezin a merîfetî û manewî û bi girîngî û qîmeta wê hesiyane. Îro lîberalîzm û komunîzm, weke diyariya herî girîng a şaristaniya Rojava, êdî mîna sed sal berê û pêncî sala berê nemaye. Rûmeta demokrasiya rojavayî ya ku tewera wê pere ye bi guman û pirsên cidî re rû bi rû ye û ramanwerên rojavayî bi xwe îtiraf dikin ku ew tûşê şeperzetî û perçşaniya merîfetî pratîkî bûne. Di cîhana Îslamê de ciwan, bîrmend, zana û oldar bi dîtina vê rewşê, di derbarê dewlemendiya merîfetiya (zanîna) xwe û her wiha di derbarê xetên siyasî yên li welatên xwe de nêrînek nû bi dest dixin û ev şiyarbûna îslamî ye ku em herdem behsa wê bike.

Ya duduyan, ev xwenasîna îslamî di dilê alema Îslamê de diyardeyeke ecêb û mucîzeyî çêkiriye ku hêzên îstikbarî li hember wê di tengasiyeke giran de ne. Navê vê diyardeyê “berxwedan” e û rastiya wê jî eyanbûna hêza îman, cîhad û baweriyê ye. Ev diyardeya heman e ku li despêka Îslamê de ev ayeta giranbiha derbarê wê de nazil bû :    اَلَّذینَ قالَ لَهُمُ النّاسُ اِنَّ النّاسَ قَد جَمَعوا لَکُم فَاخشَوهُم فَزادَهُم ایمانًا وَ قالوا حَسبُنَا اللَّهُ وَ نِعمَ الوَکیلُ* فَانقَلَبوا بِنِعمَةٍ مِنَ اللَّهِ وَ فَضلٍ لَم یَمسَسهُم سوءٌ وَ اتَّبَعوا رِضوانَ اللَّهِ وَ اللَّهُ ذو فَضلٍ عَظیم

Dîmena Filistînê yek ji nîşaneyên vê diyardeya ecêb e ku kariye Rejîma îsyanker a Siyonîst ji dewleteke êrîşkar û desdirîjkar biguhere rewşa berevanî û pasîfiyê û pirsgirêkên heyî yên siyasî, ewlehî û aborî li ser wê ferz bike. Mînakên din ên berxwedanê yên ronî li Lubnan, Iraq, Yemen û hin deverên din bi aşkera têne dîtin.

Sêyem, ji bilî van hemûyan, roja îro cîhan şahidê modeleke serkeftî û mînakeke serbilind a hêz û serweriya siyasî ya Îslamê li Îrana Îslamî ye. Îstiqrar, serxwebûn, pêşkeftin û rûmeta Komara Îslamî bûyerek mezin, watedar û balkêş e ku dikare bîr û hestên her misilmanekî hişyar ber bi xwe ve bikişîne. Nekarîn û hin caran kirinên şaş ên me rayedar û berpirsên vê sîstemê, ku bidestxistina hemû bereket û nemetên hukûmeta islamî xistine derengiyê, tu carî nekariye bingehên îstem û gavên muhkim ên ku ji prensîbên bingehîn ên vê sîstemê dertêne bihejîne û pêşketina madî û manewî rawestîne. Di serê rêza van prensîbên bingehîn de, serweriya Îslamê di qanûndanîn û bicihanîn de, xwe spartina dengên gel di girîngtirîn mijarên îdarî yên welêt de, serxwebûna siyasî ya tam û xwe nespartina hêzên zordar di seriyê lîsteya de cih digire. Û ev prensîp in ku dikarin di nav milet û hukûmetên misilman de bibin cihê lihevhatinê û ummeta îslamî di warê helwêstgirtin û hevkarîyan de bike yek û yekgirtî.

Evana zemîn û faktorin in ku rewşa guncav a niha ya cîhana Îslamê ji bo tevgerek yekgirtî xuliqandiye. Divê hikûmetên misilman û bijare û elîtên olî û zanistî û rewşenbîrên serbixwe û ciwanên ku li rastî û heqîqetê digerin, berî her tiştî, li ser sûdwergirtina ji van qadên guncav bifikirin.

Tiştekî xwezayî ye ku hêzên îstikbarî bi taybetî jî Amerîka ji vê meyleke wiha di cîhana Îslamê de nîgeran bibin û hemû derfetên xwe ji bo rûbirûbûna wê bi kar tînin û niha jî wisa ye. Ji împaratoriya medyayî û şêwazên şerê nerm, heta şerxwazî ​​û gurrkirina şerên wekaletê, heta sîxorî û îstîxbarata siyasî, û heta gef û bertîldayînê û hemû ji aliyê Amerîka û mustekbirên din ve tên bikaranîn da ku alema Îslamê ji riya hişyarî û bextewariya wê dûr bêxin. Rejîma cinayetkar û rûreş a siyonîst li vê navçê jî yek ji amrazên vê hewla berfireh e.

Bi îzna Xwedê Teala ev hewldan di pirraniya rewşan de bi ser neketine û roj bi roj li herêma me ya hestiyar û di van demên dawîn de li hemû cîhanê, rojavaya mustekbir û zorbêj lawaztir bûye. Şeperzetî û têkçûna Amerîkayê û hevkarê wê yê cinayetkar anku rejîma dagîrker a siyonîst li herêmê, di mesle û bûyerên Filistîn, Lubnan, Sûriye, Îraq, Yemen û Efxanistanê de bi zelalî tê dîtin.

Li aliyê din alema Îslamê tijî ciwanên xwedî motîvasyon û enerjî ye. Sermaya herî mezin ji bo avakirina paşerojê hêvî û xwebawerî ye, ku niha li cîhana Îslamê bi taybetî li welatên vê herêmê berz dibe. Erkê me hemûyan e ku em vê sermayê biparêzin û zêde bikin. Tevî vê yekê, divê em ji bo kêliyek jî ji fitneya dijmin xafil nebin û dijmin îhmal nekin; Divê em ji pozbilindiyê û xemsariyê dûr bikevin û hewl û hişyariya xwe zêde bikin û di hemû rewşan de bi baldarî û duakirinê ji Xwedayê mezin û jîr alîkariyê bixwazin. Beşdariya di deb û resm û merasimên Hecê de hem ji bo bawerî û duakirinê, hem jî ji bo hizirkirin û biryardanê derfeteke mezin e.

Ji bo xuşk û birayên xwe yên misilman ên li çaraliyê cîhanê dua bikin û serkeftin û serfiraziya wan ji Xwedê Teala bixwazin. Di duayên xwe de rêberî û alîkariya Xwedayê mezin ji vî birayê xwe re jî ji bîr nekin.

والسّلام علیکم و رحمة اللّه 

Seyd Elî Xamineyî

Serepeyv