Tîrmeh 07, 2022 13:12 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirbûyî; ​​​​​​​Di mehekê de 45 welatî hatin revandin, 900 dar hatin birîn

Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê û MÎT`ê bi hincet û tawanên bêbingeh di meha Hezîranê de 45 şêniyên Efrîna dagirkirî revandin û herî kêm 900 dar birîn.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Ev 4 sal e artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê herêma Efrînê dagir kiriye û niştecihên wê koçberî herêma Şehbayê bûne. Siyaset û kiryarên dagikeriya Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê û MÎT`ê bi dagirkirinê sînordar nema, lê belê hîna jî ji bo koçberkirina şêniyên resen ên li herêmê, sûcan herî hovane li dijî wan pêk tînin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirkiyê di Hezîrana derbasbûyî de di nav de jinek, 45 welatî revandin, her wiha bi armanca xerakirina xwezayê û bazirganiyê zêdetirî 900 dar birîn.

Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin, navên welatiyên hatine revandin wiha ne:

Hisên Hec Henan (30), Omer Tatoz (32), Ferîd Ebdulqadir (33), Dilo Adil Erebo (30), Basil Ehmed El-Hesen, Hisên Fewaz Elî, Nezmî Ekrem Reşo, Behrî Riyad Hemo, Mihemed Idrîs Hesen, Fewazî Welîd Subhî, Xebat Îsmaîl Henan, Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûme Ehmed Elî.

Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên Polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Omer Bekir Ehmed, Xelîl Şêxo, Ebdo Cîlo, Mihemed Fewzî, Emîn Menan Menan, Yasir Salih, Mihemed Esed Qasim, Cemîl Adil (27), Mesûd Samî Mamo (37), Şukrî Mehmûd Xelîl (42) û Nisrîn Mihemed Weqas.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên "Ewlehiya Siyasî" 13 welatî revandin û navên wan wiha ne:

Hesen Mehmûd Osman, Mihemed Ehmed, Cuma Hemîd, Xelîl Ebdo Mihemed (32), Mehmûd Hisên Şêxo, Mihemed Ehmed Silêman, Xelîl Ehmed Şawtî, Yasir Cuma Elo, Mihemed Hemîd (46), Cume Omer Misto (47), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34) û Yûsif Ebdo (37).

Li navçeya Raco û navenda herêma Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin, kesên hatine revandin ev in:

Mihemed Salih, Mihyedîn Reşîd Miqdad (58), Şêx Mûsa Reşîd Miqdad (48), Ehmed Ebdurehman Memo, Ronî Mihemd Îbiş, Mihemed Ehmed Mistefa (38) û Eslan Şêxmûs Hebeş (39).

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê li seranserê herêma Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran bikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê 346 welatî revandine, 18 kes qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar birîne, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de bi dehan hektar daristan û zevî şewitandine.

Serepeyv