May 27, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Tekeziya Şemxanî ser hewildana ji bo aştî û aramiyê li Efxanistanê

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di çaremîn civîna gotûbêjên ewlehiya navçeyî roja Pêncşemê derbasî Duşenbeya paytexta Tacîkistanê bû.

Çaremîn civîna gotûbêjên ewlehiya navçeyî roja Înê bi beşdariya rayedarên ewlehiya neteweyî yên Îran, Rûsiye, Çîn, Hind, Tacîkistan, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tirkmenistan û Uzbekistanê li bajarê Duşenbeyê dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di çaremîn civîna gotûbêjên ewlehiya navçeyî da li Duşenbeya paytexta Tacîkistanê, tevî şirovekirina rewşa navçeyê bi taybet alûgorên Efxanistanê di bîst salên derbasbûyî da û bi amajeya bi têkçûn û revîna bi serşûrî ya Amerîkayê ji Efxanistanê, got: Komara Îslamî ya Îranê hertim daxwaza pêkhatina ewlehî, aştî û aramiyê li Efxanistanê kiriye û wê yekê wek zemîneya hewce ji bo pêşketin û rihetiya gelê vî welatî û gelê navçeyê dizane.

Şemxanî tevî amajeya bi vêya ku Îranê bi salan e ku mazûvaniya nêzikî 5 miliyon ji gelê şerîf ê Efxanistanê kiriye, got: Bi nebûna alîkariyên bibandor ên navneteweyî û di rewşa boykotên zalimane da, mazûvaniya ji vê hejmarê, gelek pirsgirêk li ser welatê me sepandine.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku sebebkarê sereke yê qewimîna du karesatên şerê bîst salî li Efxanistanê û şerê Ukraynê siyasetên şaş û berfirehxwaziyê yên Amerîkayê ye, got: Amerîka ne tenê divê heyîtiyên gelê Efxanistanê azad bike, belkî divê ziyanên madî ku li Efxanistanê pêk anîn, bicebirîne.

Şemxxanî terorîsm û zêdegavî ji hokarên nebûna ewlehiyê li Efxanistanê da zanîn û got: Mixabin şehedî û nîşaneyên nîgeranker ji hebûn û destwerdana hin welatên navçeyê û derveyî navçeyê di veguhestin û birêvebirina terorîstan bo Efxanistanê li ber destê me hene.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi dewama destwerdanên Amerîkayê li Efxanistanê, got: Eger em bixwazin zemîneya destwerdana Amerîkayê li Efxanistanê sînordar bikin, divê ku em bi hevkariya hevûdu ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê vî welatî bi taybet pirsgirêkên aboîr, rêkarên guncan bigirin ber xwe.

Şemxanî hewildana giştan ji bo têkoşîna dijî terorîsmê û alîkariya bo pêkanîna zemîneyekê ji bo vegeriyana koçberên efxanistanî bo welatê xwe ji rêyên din ên alîkariya bo aramiyê li vî welatî da zanîn.

 

Serepeyv