May 23, 2022 07:55 Asia/Tehran
  •  Serkeftina dubare ya Manchester City li Premier League: Di 11 salan de 6 qaremanî

Hefteya dawî bû, tenê puenek ferq hebû di navbera yekemîn û duyemînê de. 90 deqîqeyî dê encam diyar bikira û di dawiyê de Manchester City bû qareman.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Li Premier Lîgê pêşbirkan bi heyecan dest pê kir. Li Etihadê tîma Manchester City (MC) ji bo qaremaniyê amade bû. Lê li hemberî wê Aston Villa hebû. Li ser jî teknîk dîrektorê wan Steven Gerard bû ku kaptanê berê yê Liverpoolê bû. Miheqeq wî dê bixesta City têk bibe û qaremaniyê bide tîma xwe ya berê. Ev yek ji bo MC dezavantaj bû. Bi vî awayî pêşbirkê dest pê kir. MC’yê bi lez dest pê kir, hemû temaşevan li pişt bûn lê nekarî golê biavêje. Bi ser de jî di deqîqeya 37’an de ji Matty Cash golek xwar û nîv saetê pêşî bi 1-0 bi dawî bû.

ZINCHENKO Û GUNDOGAN PÊŞBIRK GUHART

MC bi guherandina lîstikvanekî dest bi pêşbirkê kir: Ji defansê Fernandinho derxist û Oleksandr Zinçenko yê ku lîstikvanê navika sehayê ye xist pêşbirkê. Vê yekê nîşan da ku tîm dixwaze bi ser bikeve.

MC bi êrîşan dest bi nîveka duyemîn kir lê Aston Villayê ber xwe dida. Guardiola di deqîqeya 56’an de Mahrez derxist û lîstikvanekî hê bi lez, hê êrîşkar Sterling xist sehayê. City li benda golê bû lê di deqîqeya 69'an de Coutinho golek din avêt û dengê hemû Etihadê, dengê temaşevanên City birî.

Guardiola vê carê Bernardo Silva derxist û Îlkay Gundogan xist sehayê û her tişt piştî vê hemleyê dest pê kir. Gundogan di deqîqeya 76’an de bi serî li gogê da û hêvî xist dilê tîma xwe. Li Etihadê rewş guherîbû, heyecan carek din hatibû û bi rastî jî hat.

Bi ser vê gola yekemîn re hê du deqe derbas nebûbû Zinchenko gog şand derveyî sehayê ji bo Rodri û Rodri bi awayekî efsanewî lê da û encam kir 2-2. Bi ser vê re jî 3 deqe derbas nebûn, di deqîqeya 81’ê de vê carê kaptan Bruyne derket ser dikê. Bruyne bi kaptaniya xwe gog ajot, ket nava pêş sehayê û gog gindirand. Helbet li aliyê paş Îlkay Gundogan carek din got "ez heme": 3-2. Vê yekê têra City dikir. Lê golek bixwara hemû dinyaya wan dê xira biba.

Di deqîqeyên dawî de her City xweş ber xwe da, bi gogê lîst, gog parast, xwe parast, keleha xwe parast û 90 deqe xilas: Qareman Manchester City.

Bi fîtika hakêm re temamê temaşevanan ketin nava sehayê, ligel lîstikvanan qaremanî pîroz kirin. Li aliyê din Pep Guardiola bi fîtikê re wisa hestiyar bû û di cih de hêstirên wî hatin xwarê. Guardiola di cih de baz da hundir.

Piştî çend deqîqeyên ku temaşevan li nava sehayê man, anons hat kirin ku temaşevan herin cihê xwe, di cih de temaşevan çûn cihê xwe û seremoniya qaremaniyê dest pê kir.

 

11 SALAN DE 6 QAREMANÎ

Qaremanê Preimer Ligê Manchester City di sala 1880’ê de hatiye avakirin. Bi vê yekê City bû 8 caran di Premier Ligê de dibe qareman. Û ji van qaremanan 6 qaremanî di 11 salên dawî de girt. MC di salên 1936-37, 1967-68, 2011-12, 2013-14, 2017-18, 2018-19, 2020-21 û îsal di serdema 2021-22’yan de bû qareman.

HIN ÎSTATÎSTÎK

Îstatîstîkên City jî muhîm in. Berî vê pêşbirkê di 27 pêşbirkên dawî de tenê carek têk çûbû.  Di 11 pêşbirkên dawî de qet têk neçûbû

Ji roja ku Guardiola hatiye ser kar MC di hefteya dawî de qet têk neçûbû. Bi vê hêviyê hatibû vê pêşbirkê û dîsa bi vê hêviyê hefteya xwe bi dawî kir.

REKOR KET DESTÊ GUAORDIOLA

Teknîk Dîrektor Pep Guardiola jî paragrafekî heq dike: Guardiola piştî serketinên li Barselona û Bayer Munihê, di sala 2016’an de li City hat ser kar. Di van 6 salan de 4 caran tîm kir qareman. Bi vê rekor şikand. Li Premier Lîgê bi 4 qaremaniyan ew teknîk dîrektorê biyanî ye ku herî zêde bûye qareman. Biyanî û yên îngilîz di nav de jî piştî Aleks Fergusson (13 caran) duyemîn teknîk dîrektore ku zêde bûye qareman.

LIVERPOOL, CHELSEA Û TOTTENHAM DIÇIN EWROPAYÊ

Li aliyê din Liverpool li hemberî Wolverhamptonê bi 3-1 bi ser ket lê serketina Ctiy nehişt tiştek biguhere. City bi 93, Liverpolê jî lîg bi 92 puenan bi duyemînî temam kir. Chelsea bi 74 puenan, Tottenhamê bi 71 puenan lîg temam kir û sala bê de di Lîga qaremanan a UEFA’yê de bilîzin. Arsenal bi 69 puenan 5 û Manchester United bi 58 puenan wekî 6’emînê lîgê bilêthe çûyîna Lîga Ewropayê girt. West Ham United jî bi 56 puenan di rêza 7’emîn de ma. Ew jî dê here Lîga Konferansê.

Serepeyv