May 16, 2022 10:07 Asia/Tehran
  •  Rapor - Encamên lêkolînekê li ser rewşa bikaranîna zimanê kurdî li 19 bajarên Tirkiyê

Duh Yekşemî, 15ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî li cih û bajarên cûr bi cûr hat pîrozkirin. Têkildarî rewşa bikaranîna zimanê zikmakî ji aliyê kurdan va, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo Polîtîkê li Tirkiyê lêkolînek bi cih aniye û encamine balkêş jê derketine.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo Polîtîkê li 19 bajaran bi ser navê “Asta bikaranîna zimanên zikmakî kurdî û perwerdehî” lêkolîneke kir. Li gor lêkolînên sedî 99.2 beşdaran xwestiye ziman bê parastin lê talûkeya mezin ev hatiye destnîşankirin: Malbat bi zarokên xwe re bi tirkî xeber didin.

Va ne agahyên ji lêkolînê:

- Di navbera 20’ê Nîsanê hu 5’ê Gulana 2022an de lêkolîn hatiye kirin.

- Li bajarên wekî Amed, Batman, Wan, Agirî, Dêrsim, Entab, Culemêrg, Mêrdîn, Mûş, Riha, Şirnex, Semsûr, Edene, Enqere, Antalya, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, hatiye kirin.

- 2 hezar û 638 kesên ku zimanê wan kurdî ye beşdarî lêkolînê bûne.

- Ji beşdaran sedî 61 mêr, sedî 38.7 jin bûn.

- Ji beşdaran sedî 89.4 gotine em bi kurmancî, sedî 10.1 kirmanc/zaza û sedî 0,5 gotine em bi her du zavarayan dikarin biaixivin.

AXAFTINA BI KURDÎ

- Sedî 68.4 beşdaran gotine em her gav li nav mal bi zimanê zikmakî diaxivin. Sedî 22.8 gotiye carinan, sedî 6.7 gotiye kêm, sedî 2.1 gotiye em qet bi zimanê zikmakî nediaxivin.

- Sedî 54.1 gotiye em li kuçeyan/li nav jiyana civakî em bi tirkî diaxivin, sedî 44.6 gotiye em bi kurmancî li kuçeyan diaxivin, sesî 1.2 gotiye em bi zazakî li kuçeyan diaxivin.

- Ji beşdaran sedî 47.6 gotiye em pir baş bi zimanê xwe yê zikmakî fêm dikin. Sedî 24.2 gotiye em baş pê fêm dikin. Sedî 34.3 gotiye em di asteke pir baş de pê diaxivin, sedî 30 gotiye em baş pê diaxivin.

- Yên ku gotiye em dikarin pir baş pê binivîsin sedî 20,5 derketiye. Yên ku gotiye em qet nikarin pê binivîsin sedhi 21.8 derketiye.

- Ji yên zimanê zikmakî nikarin fêm bikin, hindik dikarin pê biaxivin pirsîne, çima? Sedî 52.8 gotiye dibistan an jî çavkaniyeke ku em pê zimanhe xwe yê zikmakî pêş ve bibim nîn e. Sedî 26.7 gotiye li nav malbatê li derdora min kes tuneye ku biaxive. Sedî 6.9 gotiye ji ber ku qedexe ye. Sedî 3.3 gotiye ji ber min dehf nedin derveyî civakê ez tenê hînê zimanê fermî bûme.

TEMENÊ 0-18 Û ZIMAN

- Li ser temenê 0-18 pirs hatiye kirin, sedî 72.8 gotiye di vî temenî de zarok li malê hene. Li ser pirsa din sedî 67.7 gotiye em ligel zarokên vî temenî bi kurdî diaxivin. Sedî 31.5 gotiye em bi kurdî naaxivin.

- Li ser sedema neaxaftina ligel zarokan jî sedî 49.8 gotiye ji ber derdora me hemû tirk in loma. Sedî 20.9 gotiye bi qasî ku ez hîn bikim ez nizanim, sedî 10,9 gotiye ji bo li dibistanê zehmetî nekişînin.

HILBIJARTINA DERSA KURDÎ

- Li ser pirsa we li dibistanên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî qet tercih kir, sedî 50.2 gotiye erê, sedî 49,8 gtiye na.

- Li ser pirsa encam çawa bû jî sedî 42.7 gotiye ligel ku me daxwaz kir jî pol nehat vekirin, sedem negotin. Sedî 27 gotiye ji me re gotine bi têra xwe daxwaz nebûye. Sedî 19.9 gotiye ji ber mamoste tunebû, pol nehatiye vekirin. Sedî 5.2 gotiye pol vebû. Sedî 5.2 bersiv nedaye.

- Li ser pirsa hûn dixwazin zarokên we bi kurdî perwerdehiyê bibînin, sedî 99.3 gotiye erê. Tenê sedî 0.7 gotiye na.

DAXWAZA PERWERDEHIYA BI KURDÎ

- Li ser pirsa hûn li dibistanan perwerdehiya bi kurdî ya niha çawa dinirxînin, sedî 56 gotiye gelek ne baş e (têrê nake), sedî 16 gotiye têrê nake, sedî 8.6 gotiye ez bê biryar in, sedî 4.5 gotiye têrê dike, sedî 14.9 gotiye gelek baş e (têrê dike).

- Li ser pirsa hûn li ser perwedehî/hînkirina zimanê zikmakî çi difikirin, sedî 88.7 gotiye divê ji pêşdibistanê ve dest pê bikin û perwerdehî bi kurdî be. Sedî 7.8 gotiye ji dibistanan seretayî ve divê dest bi kurdî bikin, sedî 0,3 gotiye divê ji dibistana navîn-lîseyê ve dest bi kurdî bikin. Sedî 2.4 gotiye kûrs û dersa hilbijarkî ya kurdî bes e. Sedî 0,5 gotiye perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne lazim e. Sedî 0,3 gotiye ji pêşdibistanê ve divê hem zimanê fermî hem zimanê zikmakî wekî zimanê perwerdehî bê bikaranîn.

PARASTINA ZIMAN SEDÎ 99.2

- Sedî 99,2 gotiye divê ziman bê parastin.

- Sedî 57.2 gotiye sedema neparastina zimanê zikmakî malbat in. Sedî 18.1 gotiye nebûna perwerdehiyê, sedî 9 gotiye koç û jibîrkirina zimanê zikmakî. Sedî 8.5 gotiye nebûna statuya ziman.

- Li ser pirsa ji bo zimanê zikmakî bê parastin divê di rêza yekem de çi hebe, sedî 31.7 gotiye divê bibe zimanê perwerdehiyê, sedî 30.3 gotiye divê bibe xwedî statuya fermî, sedî 24.3 gotiye divê bibe zimanê fermî, sedî 8.2 gotiye divê malbat hînê zarokên xwe bikin.
 

 

Serepeyv