May 05, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Rapor - Tê payîn Erdogan di encama zama giran li Tirkîyê da ji desthilatê wêda here

Şaredarê Istenbolê ragihand ku hilbijartina di sala bê da, yê bibe sedema guhertin û alûgurên mezin li Tirkîyê ku ew dê bibin sedema wêdaçûna Erdogîn.

Ekrem Imamoglu Şaredarê Istenbolê ku wek berbijarekî bilquwe di hilbijartina sala bê ya Tirkîyê da tê zanîn, yek ji wan sîyasetvanan e ku bi şiklekî ciddî hatîye meydanê û duh li parêzgehên devera Deryaya Reş nemaze li şarê Rîzeyê wek cîyê jidêbûna Erdogîn axivî.

Imamoglu li vî şarî got: Ez xwe ne bidû berbijarbûnê me lê hilbijartina di sala bê da, dê gellek guhertin û alûgurên mezin bi xwe ra bîne.

Rojnama Evrensl a Tirkîyê jî îro di raporeke aborî da nivîsî: Li gorî sîyasetên aborî yên ser bingeha kirrîna ji derva, hemî alûgurên nerênî li cîhanê dibin sedema jordaçûna bihayan li Tirkîyê.

Korona, pirsgirêka cîhanî ya raberkirina kel û pelan, germbûna topa erdê û di dawîyê da şerê Ûrsêt û Ukraynê evana gişk Tirkîyê ku di rêza 5 welatên sist ên cîhanê da ye, bi giranî dihejînin.

Ev rojnama çapa Tirkîyê herwiha dinivîse: Banka Navendî ya Tirkîyê di rapora xwe da raghiandîye ku li gorî jordaçûna bihaya gênim û berhemên wê, dê pêleke nû ya bihabûnê li Tirkîyê were tomarkirin û bilî vîya, zama di pişkên din ên weke mal û avahî, kinc û tiranzîtê da jî bêmînak bûye.

Navenda Amaran a Tirkîyê ragihand ku asta zamê ya mehê li vî welatî di meha Nîsanê da gihîştîye sedî 7.25ê. Asta zama salê jî gihîştîye sedî 69.97ê ku asta herîbilind di 20 salên buhurî da bûye.

Lê Koma Lêkolînnên Zamê radigihîne ku asta zamê ya di meha Nîsanê da sedî 8.69 û ya salane jî sedî 156.86 e.

Li gorî encamên pirranîya rapirsîyên meydanî, AKP di hilbijartina sala bê da ti şanseke serketinê tineye.

Serepeyv