Adar 19, 2022 12:31 Asia/Tehran
  • Şirove: Çima serdana Bişar Esed a Imaratê girîng e

Bişar Esed serokkomarê Sûriyê piştî 11 salan yekem serdana xwe bo welatekî erebî pêk anî.

Serokomarê Sûriyê roja 18ê Adara 2022an serdana Imaratê kir. Serdana Esed ji çend hêlan va girîng e.

Yekem: Vê serdanê têkçûna hewildanên leşkerî û siyasî ji bo hilweşandina hikûmeta Sûriyê temam kir. Imaratêl û pênc welatên din ên endamê Konseya Hevkariya Kendava farsê di Sibata 2022an derketina balyozên xwe ji Sûriyê ragihand. Imaratê di dehika borî da mesrefeke giran ji bo hilweşandina hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Bişar Esed pêk anî. Tevî vêya aniha Imarat yekem welatê erebî ye ku piştî 11 salan mazûvaniya Bişar Esed dike û serokkomarê Sûriyê ji aliyê Muhemed Bin Zayîd welîehdê Imaratê va hat pêşwazîkirin. Muhemed bin Zayîd di 11 salên borî da pêşengê tevger û çalakiyên dijî Sûriyê li cîhana ereban bû.

Duyem: Serdana Bişar Esed a Imaratê bi wateya pejirandin û selimandina rewatiya wî di desthilata Sûriyê da ye. Xala girîng di vî warî da ev e ku Bişar Esed di meha Adarê da yanî di yazdehemîn salvegera şerê navxweyî li vî welatî çû Imaratê. Şerê navxweyî li Sûriyê ji Adara 2011an va dest pê kir.

Peyama vê serdanê ev  eku Bişar Esed serketina xwe li hemberî dijberên xwe radigihîne û vê peyamê digihîne ku di hilbijartina Gulana 2021ê da ji aliyê gelê vî welatî hat pejirandin, aniha rewatiya wî ji aliyê welatên biyanî va jî tê naskirin. Ev mijar hokara hêrsbûna Amerîkayê ji Imaratê ji ber vexwendina Bişar Esed e.

 

Kanala El-Cezîreya Qeterê ji zarê berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê nivîsî: Em mixabiniya xwe ji hewildanên ji bo rewatîdana bi Bişar Esed diyar dikin.

Sêyem: Hîn diyar nîne ka Sûriye vedigere Yekîtiya Ereban an na. Sûriye di dawiya sala 2011an da ji Yekîtiya Ereban hat wêdadayîn. Di halekî da ku welatên wekî Imarat, El-Cezayî û Kuweyt daxwaza vegeriyana Sûriyê bo Yekîtiya Ereban dikin, welatên wekî Erebistan û Qeter li dijî vê ne.

Çarem: Vexwendina Bişar Esed ji aliyê Muhemed Bin Zayîd va nîşan dide ku Ebû Zebîyê dil heye pêwendiyan tev Şamê berfireh bike.

Pêwendiya Imaratê di gel Sûriyê ji sala 2011an va bi awayê yekalî ji aliyê Imaratê va hat qutkirin.

Lê di dawiya sala 2018an da Ebû Zebiyê balyozxaneya xwe li Şamêî vekir.

Şêx Ebdullah bin Zayid Alê Mehyan jî di Mijdara 2021ê da serdana Şamê kir û di gel serokkomarê Sûriyê civiya.

Imarat ji aliyekî va hewil dide ku di Sûriyeya piştî terorîsmê rola xwe ya aborî hebe û ji aliyê din va dixwaze ku rûyê xwe yê xerabbûyî wek welatekî erebî ku piştra terorîsmê digire, ji nû va çêbike.

 

Serepeyv