Cotmeh 18, 2025 16:18 Asia/Tehran
  • 'Zîba, bangî min bike' li Tirkiyê bo cara pêncem hat çapkirin

Pirtûka 'Zîba, bangî min bike' berhema Ferhad Hesenzade ji berhemên nûwaze yên Navenda Perwerdekirina Hizrî ya Zarok û Nûciwanan a Îranê bi zûtî dê bi çapa xwe ya pêncem derbasî bazara pirtûkan a Tirkiyê bibe.

Ev pirtûk ku cara yekem sala 2017an û piştî beşdariya Navenda Perwerdekirina Hizrî ya Zarok û Nûciwanan a Îranê li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Bolonyayê û gotûbêja digel Weşana Tîmaşê li Tirkiyê hat weşandin, di heman salî da li Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê hat nimandin.

Heta niha ev berhem çar caran li Tirkiyê hatiye weşandin û zêdetirî 9 hezar bergên vê pirtûkê ji aliyê xwînerên zimanê Tirkî va hatiye kirrîn.

'Zîba, bangî min bike' bi navê xwe yê tirkî 'Bul Beni Ziba' û wergera Nezhet Beştî bi du dîzaynên ser berga pirtûkê û bi 208 rûpelan hatiye weşandin.

Ev berhem heta niha li zimanên Erebî, Ermenî û Inglîzî hatiye wergerandin û çapkirin û bi zûtî girêbesta weşandina wê bi zimanê Çînî jî dê were wajokirin.

Serepeyv