Adar 11, 2022 14:45 Asia/Tehran
  • Şirove - Tekeziya Fermandarê Sipahaê ser serdestiya Îranê li hemberî dijminan

Serdarê serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di komcivîna pêşengên Berevaniya Pîroz li Têhranê got: Tevî gişt komployan, roja îro em di hemî waran da li hemberî dijminan serdest in.

 

Serdar Selamî bi gotina vêya ku Îrana Îslamî roja îro li navenda gişt xetere û gefên dijminan da ye û gişt zirûfên dijmin li hemberî Înqilaba Îslamî tên bikaranîn, got: Heta wer xuya dike ku alûgorên vê dawiyê yên Ewropayê jî Îran ji yekemayetê dernexistiye û dijmin ji hemî rê û aliyan ji wan aborî, tirsandina leşkerî, operasiyona derûnî, şerê istixbaratî û operasiyona ji bo qutkirina bandora navçeyî hatiye meydanê da ku dûmahîka van gefan li ziyanên hundirîn girêbide, lê Sipah qahêm li hemberî komplo û qirêjiyên dijminan rawestiyaye.

Amajeya Selamî bi dewama zext  ûkomployên Rojava  bi serokatiya Amerîkayê û şirîkên wan ên navçeyî weke Rejîma Siyonîst li dijî Îranê û Bereya Berxwedanê li Rojavayê Asyayê ye ku bi salan e li hemberî komplo û nexşeyên istikbara cîhanî û di serê wan da Amerîkayê, her wiha kiryarên wêranker û şerxwaziya Rejîma Siyonîst rawestiyaye û nexşeyên wan têk birine.

Ev di halekî da ku li gorî operasiyona leşkerî ya Rûssiyê li Ukraynê ku bala cîhanê kişandiye rojhilatê Ewropayê û her wiha hûrbûna Amerîka û hevpeymanên wê li ser qeyrana niha ya Ewropayê, hema wisa kiryarên xêrnexwazane yên Waşîngtonê hevrê di gel Til Avîvê û şirîkên wan ên navçeyî li Rojavayê Asyayê li dijî Îranê, Bereya Berxwedanê û Tevgerên dijî Siyonîst û istikbarê didomin û mijûlatiya Amerîkayê li Ewropayê, rê li ber dewama planên wan ên wêranker li navçeyê negirtiye.

Di vî warî da serdar Selamî lîsteyek ji van cûre kiryaran di nav da boykota aborî, tirsandina leşkerî, operasiyona derûnî, şerê istixbaratî û operasiyona ji bo qutkirina bandora navçeyî raber kiriye.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vê yekê ku roja îro dijmin di bereyeke berfireh û di navbirên dûr da mijûl e, got: Dijminan serdarê sipehbud Hac Qasim Suleymanî şehîd kir da ku bi xeyala xwe ya şaş Mihwera Berxwedanê têk bibe, lê xwîna Hac Qasim gelek ji zirûf û qadan çalaktir kirin û dijminên me roja îro di hemî waran da têk çûne.

 

 

Serepeyv