Sibat 04, 2021 17:08 Asia/Tehran
  • Şirove - Sefera Fuad Husên bo Têhranê; Teqezî li ser berfirehkirina pêwendiyên Îran û Iraqê

Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê roja bihurî, 3ê Sibata 2021ê hat Têhranê û digel serokomar, Wezîrê karên derve, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ra civiya.

Girîngiya sefera rayedarên Iraqê bo Îranê zêdetir ji her tiştî ji ber zêde ji 1500 Kîlomitr sînorê hevpar ê û wekheviyên çandî û mezhebî yên du welatan e; Mijara ku Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê jî roja bihurî di hevdîtina digel Wezîrê karên derve yê Iraqê amaje pê kir.

Ev hokara erdnigarioyê hegera sereke ya meyla du welatan jibo xurtkirina pêwendiyên aborî ye. Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di hevdîtina digel Wezîrê karên derve yê Iraqê li ser pêwîstiya hereketa di rêka asoya ticarî ya 20 miliyar dolarî ya du welatan pêgirî kir. Hesen Rûhanî got: Îran û Iraq li gorî derfetên aborî yên xwe dikarin wek du aborî hevdu bikemilînin û divê bi rakirina hin pêngavan aasta danûstandina ticarî bigihêje asoya 20 miliyar dolar di salê da.Di rastiyê da, xurtkirina asta pêwendiyên aborî yên du welatan jî ji hegerên hatina Fuad Husên bo Têhranê bû.

Piştî êrîşa berfireh a Koma têrorîst a DAIŞê li ser Iraqê di Hezîrana 2014an da, Komara Îslamî ya Îranê ji yekemîn û girîngtirîn welatan bû  alîkariya Iraqê jibo parastina yekparçetiya axa xwe kir. Ev mijar bi caran ji aliyê rayedarên cûrbecûr ên iraqî va hat gotin û Fuad Husên jî roja bihurî ragihand ku Iraq dê alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê di pêvajoya têkoşîna dijî têrorîsma DAIŞî ji bîr neke.

Tevî van faktor û dilgiraniyênhevpar, pêwendiyên Îran û Iraqê ketiye bin bandora destwerdana Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê. Ji aliyekî va, çekdaêrn amerîkî li Iraqê hene û tevî bionpêkirina hakimiyeta vî welatî, li dijî ewlehiya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê jî tevdigerin ku mînaka wê ya berbiçav terorkirina serdar ssipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye ku ji aliyê Amerîkayê va li Bexdayê hat terorkirin.

Ji aliyê din va, boykotên Ameîrkayê dijî Komara Îslamî ya Îranê jî wek astengek ketiye ser rêya berfirehkirina pêwendiyên Têhran û Bexdayê.

Iraqê ji ber têkiliya aştiyane digel Komara Îslamî ya Îranê bi caran hewil daye ku navbera Îran û Amerîkayê navcîtiyê bike. Wer xuya dike Wezîrê karên derve yê Iraqê di sefera xwe ya roja bihurî bo Têhranê jî hilgirê peyamekê ji aliyê Amerîkayê bûbe.

 

Serepeyv