Çile 06, 2021 16:24 Asia/Tehran
  • Şirove - Bidawîhatina dorpêçkirina Qeterê; Aştiya lawaz

Lihevkirinameya bidawîhatina dorpêçkirina Qeterê di civîna El-Ula ya Erebistana Siûdî û bêyî hebûna serokên Imarat, Misir, Behreyn û Omanê hat wajokirin.

Çil û yekemîn civîna Serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê roja borî 5, Çileya 2021ê li bajarê El-Ula yê Erebistana Sidûî hat lidarxistin. Armanca sereke ya vê civînê bidawîanîna dorpêçkirina Qeterê û aştiya navbera endamên vê Konseyê bû.

Kêşeya navbera Qeterê û çar welatên Erebistana Siûdî, Imarat, behreyn û Misirê ji 5ê Hezîrana 2017an va destpê bû. Nerazîtiya ji siyaseta derveyî ya Qeterrê hokara sereke ya qewimîna vê kêşeyê bû. Çar welatên erebî piştî qutkirina pêwendiyan digel Qeterê, ev welatan xistin bin dorpêçê û sînorên xwe li ser vî welatî girêdan.

Çar welatên erebî jibo vekirina sînorên xwe li ser Qeterê û vejiyandina pêwendiyên digel vî welatî 13 şert diyar kirin ku hevsengkirin û teidîla çalakiyên Kanala El-Cezîreyê, qutkirina pêwendiyên digel Hemas û Ixvan ul-Muslimînê û venihêrîna di têkiliyên digel Komara Îslamî ya Îranê ji van şertan bû.

 

Tevî vê yekê, dewleta Qeterê bi redkirina van 13 şertan ragihan dku ev şert li dijî hakimkiyet û serxwebûna Qeterê ne û wan napejirîne. Aniha bi derbasbûna 3 sal û nîvan, Erebistan di halekî da digel Qeterê jibo vekrina sînoran û vejiyandina pêwendiyan li hev dike ku Qeterê tu yek ji wan şertan cih neaniye.

Mijara din ev e ku civîna El-Ulayê bi navcîtiya Amerîka û Kuweytê hat lidarxistin. Dewleta Kuweytê beriya vêya jî çend caran jibo navcîtiyê ketibû tevgerê, lê ev hewildan negihîştine encamekê. Wer xuya dike tiştê ku bû sebeb dora nû ya navcîtiyê bibe sebeba lihevhatina Riyaz û Dûheyê, têkçûna Donald Trump di hilbijartina serokomartiya Amerîkayê da bû.

Trump di rojên dawiya dewleta xwe hewil da nakokiyên navbera du hevpeymanên Amerîkayê çareser bike. Hebûna Cirad Koşnêr Şêwirmend û Zavayê Trump di civîna El-Ulayê jî nîşana vê yekê bû. Qasim Muhib Elî Karzanê mijarên Rojavayê Asyayê di vî warî da dibêje: "Kêşeya Qeterê digel Erebistanê û sê welatên duin tenê çend mehan piştî derbasbûna Trump bo Koşka Sipî qewimî û lihevkirina jibo bidawîanîna kêşeyê jî di rojên dawiyê yên hebûna Trump di Koşka Sipî da pêk hat."

Ji aliyê din va; Erebistana Siûdî nîgerana wê yekê ku bi desthilatdarbûna delweta Co Baydên li Amerîkayê, nêrîna nirxî ya Waşîngtonê li Riyazê xurt bibe. Loma Alê Siûd bi daketina ji 13 şertên xwe jibo Qeterê, hewil da ku pirsgirêkeke sereke ji ser rêya xwe rake.

Mijara din ev e ku civîna El-Ulayê di rewşekê da hat lidarxistin ku ji nav 6 rêberên erebî tenê Mîrên Qeter û Kuweytê di civînê da beşdar bûn. Melk Selman Paşayê Siûdî bixwe nehat civînê û Muhemed Bin Selman Welîehdê Erebistanê wek nûnerê wî beşdarî civînê bû. Hêysem Bin Tariq Sultanê Omanê û Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe Paşayê behreynê jî bixwe neçûn vê civînê. Imaratê jî dewsa Muhemed bin Zayid, welîehdê vî welatî biryar da ku Muhemed bin Raşid Alê Meltûm hakimê Dubeyê û alîakrê serokê vî welatî bişîne civîna Erebistanê.

Gerçî ku Misir endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê nîne, lê aliyekî kêşeya digel Qeterê bû. Tevî vê yekê, Ebdulfetah Sîsî Serokomarê Misirê beşdarî civîna El-Ulayê nebû û Misirê bi şandina Samih Şukrî Wezîrê karên derve yê vî welatî wek serokê Desteyê asta beşdarbûnê daxiste xwarê.

Beşdarînekirina Paşayê Behreynê, Welîehdê Ebûzebiyê û Serokomarê Misirê di civîna El-Ulayê da vê yekê nîşan dide ku ji aliyekî va Erebistanan Siûdî bêyî razîbûna sê welatên din bi Qeterê ra li hev kiriye û ji akliyê din va lihevkirina jibo bidawîanîna kêşeyê navbera Qeterê û 4 welatên erebî xurt nîne.

 

 

Serepeyv