Kanûn 11, 2020 16:08 Asia/Tehran
  • Rapor - Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne

Li Dersimê Yasemîn Soylemez ku gava zarokxaneyên aydê Cemaeta Fethullah Gulen li bajêr bûn zaroka xwe neşandiye zarokxaneyên cemaetê, bang li malbatên elewî kirin ku niha zarokên wan di nav nahpikên zarokxaneyên cemaetan de ne û destnîşan kir ku ji bo paşê poşman nebin, bila zarokên xwe ji nav destên cemaetan derxin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi qelema "Ayşe Surme"yê, "Li Dersimê ev çend salên dawî de hin cemaetên ku îqtidar piştgiriya wan dike û dixwazin elewiyan asîmîle bikin, di nav liv û tevgerê de ne. Ev cemaet bi weqf, komele, dibistan, zanîngeh, zarokxane û saziyên alîkariyê tevdigerin. Jixwe rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, di raporên xwe de bal dikişînin ser vê xetereyê. Şêniyên bajêr bibîr xistin ku li bajêr Cemaeta Fethullah Gulen, polîtîkayeke asîmlasiyonê berbelav dikir û niha jî bi hin nav û xebatên cuda hemen polîtîka tê kirin.

Hat diyarkirin ku hin cemaetên li bajêr li gor gotinên Gulenî ku ji bo Dersimê gotibû "Ew, ji misilmaniyê dûr ketine, xwedî baweriyeke sapix (gumrah û xerifî) in. Qizilbaşên Dersimê ji roja roj de ji bo dewleta me bûne pirsgirêk. Lewma divê em wan veguherînin û daxilî nav îslamê bikin" tevdigerin. Di çarçoveya van xebatan de di sala 1996'an de komek ji Enqereyê hatibû Dersimê û hewl dabû zarokên kesên xizan bigirin cem xwe û bêheq bidin xwendin. Yek ji kesên ku li dijî vê yekê rabûbû jî Yasemîn Soylemez e. Soylemez, wê çaxê zaroka xwe neşandiye van zarokxane û dibistanan. Soylemez, bang li malbatên elewî kir ku nehêlin zarokên wan daxilî nav cemaetan bibin."

 ‘JI ENQEREYÊ HATIN ZAROKXANE VEKIRIN' 

Wê her wiha nivîsiye: Soylemez, bibîr xist ku wê demê çend kesên biqatlix hatibûn bajêr û got: "Gotin, ew ê ji bo zarokan zarokxaneyê çêbikin, wan belaş bidin xwendin û wan bikin xwedî kar û bar. Digotin 'Armanca me em bêpere pêşeroja zarokên malbatên feqîr mîsoger bikin. Hûn zarokên xwe teslîmî me bikin, em wan bidin xwendin.' Ev ji bo kesên hay ji vê yekê tune bûn, pêşniyarek baş bû. Ez û hevjînê xwe nexebitiyana jî, me zarokê xwe teslîmî wan nedikir. Zaroka min hîn salî û nîvî bû. Gotin, tişt nabe di vî temenî de jî dikarin bibin zarokxaneyê. Lê belê min û hevjînê xwe ev yek qebûl nekir."

 ‘ME DIZANIBÛ LÎSTOK E'

 Soylemez ku got "Me dizanibû ev lîstok e" anî ziman ku wê çaxê cemaetan xwe bera Dersimê dabû. Soylemez, diyar kir ku di bin navê perwerdehiya bêheq de, polîtîkayên asîmlasiyonê dikirin û got: "Lê belê cardin jî hin malbatan zarokên xwe radestî wan kirin. Ên zarokên xwe radestî wan kirin, bîra vî tiştî nekiribûn. Lê belê dev ji xwendinê berde, dixwestin zarokan li gor polîtîkayên xwe mezin bikin. Polîtîkaya wan ew bû ku fikir, bawerî û çanda civakê biguherînin. Hinekî bi ser ketin. Malbatên wê çaxê zarokên xwe şandinê zarokxaneyan, piştî dibistanên FETO'yê hatin girtin hay ji rastiyê çêbûn û poşman bûn. Piştî lê hay bûn, nehiştin zarokên wan biçin diistanên wan. Hevalek min, guherîna di zaroka xwe de ferq kiribû. Digoti 'Ê min piştî salekê ji dibistanê hat malê. Tim diket odeya xwe. Gav serçavê xwe dişûşt, di ber xwe de tiştin digotin. Ez heyr mam. Gava min jê pirsî, got nikare bibêje, heger bibêje dê şeytan bi wan vede, dê dê û bavên wî bimirin. Paşê pê hesiyam ku me tiştek rast nekiriye û me zarokê xwe hew şand.'" 

HEMAN RÊBAZ 

Soylemez, bilêv kir ku niha jî bi heman rê û rêbazan bajêr tê asîmlekirin û got: "Heger mirovek bi çanda xwe û baweriya xwe zanibe, dê nekeve nav van şaşiyan. Gava mirov hay ji rastiya jiyana xwe hebe, nahêle tiştên wiha bibin. Belê, îro li Dersimê guherîn û veguherîn heye. Xwezî tiştine baş bûna. Mixabin dewlet li vê derê ne rasterast, lê bi awayekî neyekser serî li van rêyan dide. Divê em hay ji vê hebin. Ji roja ku Dersim çêbûye heya niha, dewlet ji bo tunekirina wê her tişt kiriye. Wekî enjektrorekê dilop dilop tê kirin. Ev gel divê hişyar bibe. Divê hay ji van tiştan hebe û nehêle kes bi nirxên wê bilîze û bersiva dewletê bide." 
 

Serepeyv