Mijdar 23, 2025 18:26 Asia/Tehran
  • Beqayî: Hişyarbûna welatên rojavayî derbara Filistîn u Xezzeyê da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara pêgirîya Şaredarê nû yê New Yorkê ser qirrkirina li Xezzeyê da got: Eva ku welat u rayedarên curbicur ji wan li Amerîkayê vê rastîyê aşkira dikin ku tişta li Filistîna dagirbûyî diqewime, jînosaydek e, hilêxistina rastîyê ye.

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî pêla hişyarbûnê li welatên ewûpî û rojavayî kir u got: Tevî hemî zext u tengasîyan ku bi dû her rexneya têkildarî karnama Rejîma Sîyonîst pêk tê, em dibînin ku li paytextên ewrûpî û welatên rojavayî, fenanî welatên din, gellek welatî bi nşana nerazîbûna himber jînosayd u cinayetên Rejîma Sîyonîst dadikevin kolanan. Beqayî ev liv u tevgera ``nîşaneyeke gelek girîng a hişyarbûna civaka cîhanî himber cinayetên li navçeyê diqewimin` bi nav kir. Beqayî hişyarî da ku bêguman heke cinayetên Rejîma Sîyonîst u şerûtîya vê rejîmê li herêma me neyên kontrolkirin, dûhatên vê yekê dê bipekin deverên din ên cîhanê jî. Beqayî bal kişand ser xeyset û cewhera Rejîma Sîyonîst a destdirêjî, zêdexwazî u pozbilindbûnê û pêgirî kir: Ti herêmeke dinyayê ji cinayetên vê rejîmê ne parastî ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî dagirkirina axa 2 welatan li navçeyê kir u hişyarîdayîna vê dawîyê ya welatên ewrûpî ji hêla Rejîma Sîyonîst va ``zingila hişyarkirinê ji bo piştgirên Rejîma Sîyonîst`` bi nav kir. Beqayî amajeyî pabendnebûna Rejîma Sîyonîst bi agirbesa li Xezzeyê jî kir u got ku agirbesa li Xezzeyê nimayiş e, ji ber ku di 45 rojên buhurî da, nêzîkî 350 filistînî hatine şehîdkirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara domandina muzakireyan di navbera Îran u Amerîkayê da jî got ku Amerîka di muzakirê da ne ciddî ye û heta dema ku muzakire bi wateya sepandina daxwazan be, di esasê da şert u mercên muzakirekrinê pêk nayên. 

Serepeyv