Mijdar 23, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • DEM Partî: Mixabin CHP seredana Imralîyê nake

Hevseroka DEM Partîyê ragihand eva ku CHP xwe ji seredana Imralîyê vedidize, me dilnigeran dike.

CHP ku 11 endam di Komsyona Aştîyê ya parlimana Tirkîyê da heye, amade nîne ti parlimanterekî wê di wê desteyê da cî bigire ku biryar e seredana Ocalan bike. Tolay Hatemogullarî Hevseroka DEM Partîyê li komxebatekê li şarê Amedê, ev helwêsta HP rexne kir u got: Em bi dilnigeranîyê li vê helwestê mêze dikin. Hatemogullarîyê ber bi dijberên vê demajoyê got: Her çi dibe bila bibe, em neçar in ku vê derfeta dîrokî bi aştîyeke serfirazane û çareserîyeke demokirasîyane bixemilînin. Ne mafê ti kesî ye xwe ji vê yekê vedize. Em careka din hêvîdar in ku ev biryara bibe sedema aştîyeke hertimî. Hatemogullarîyê ji her kesî xwest ku bi hemî şîyana xwe di çareserkirina kêşeya kurdan da beşdar bibin. 

 

Serepeyv