Mesûd Pizişkiyan: Êrişên ser binesaziyên sivîl wekî cinayeta cengê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359248-mesûd_pizişkiyan_Êrişên_ser_binesaziyên_sivîl_wekî_cinayeta_cengê_ye
Mesûd Pizişkiyan di civînekê bi wezîr, cîgir û rêveberên payebilind ên Wezareat Rê û Çêkirina Bajaran, tevî nirxandina dawîn rewşa binesaziyên tranzîtê û ziyanên ku li derbasgehên sînorî yên bender û şebekeyên cadeyî û rêhesin, êrişên Amerîkayê ser van binesaziyên sivîl wekî cinayeta cengê da zanîn.
(last modified 2026-07-26T14:32:15+00:00 )
Tîrmeh 26, 2026 17:31 Asia/Tehran
  • Mesûd Pizişkiyan: Êrişên ser binesaziyên sivîl wekî cinayeta cengê ye

Mesûd Pizişkiyan di civînekê bi wezîr, cîgir û rêveberên payebilind ên Wezareat Rê û Çêkirina Bajaran, tevî nirxandina dawîn rewşa binesaziyên tranzîtê û ziyanên ku li derbasgehên sînorî yên bender û şebekeyên cadeyî û rêhesin, êrişên Amerîkayê ser van binesaziyên sivîl wekî cinayeta cengê da zanîn.

Serokê Komara îslamî ya Îranê her wiha tekezî li ser pêwîstiya şopandina berûlayên hiqûqî yên êrişên Amerîkayê ser binesaziyên sivîl ji rêya rêxistinên navdewletî yên têkildar kir. 

Pizişkiyan her wiha tekezî li ser pêwîstiya avedankirin û nûjenkirina derbasgeh û binesaziyên ziyandîtî li gorî pîanên navneteweyî kir û got: Divê em vê derfetê jibo avakirina van binesaziyan bi kar bînin ku xwedyê pîvanên herî zêde yên rojê di warê enbardarî, locêstîk, veguhestina kelûpelan, rêveberiya hişmend û teknolojiyên nû bin, ji ber ku ev nêrîn ji bilî zêdekirina hilberandin û jordebirina kualîteya xizmetguzariyan, dê xercên operasyonê kêm bike û kualîteya tora veguhsetinê zêde bike.