Şermezarkirina destdirêjiya leşkerî ya Ukraynê ser keştiya Îranê li deryaya Xezerê
Wezareta Karên Derve kiryara duh serê sibê ya rejîma Ukraynê ya derheq êrişa ser keştiya bazirganî ya Îranê li deryaya Xezerê yku di encamê de gemî teqî û du melewanên wê şehîd û birîndar bûn şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ev kiryar wekî binpêkirina xala 4`an a madeya 2 ya peymana NY û wekî destdirêjiyê bi nav kir ku dikare agirê şêr zêdetir gurr û berfireh bike.
Destdirêjiya rejîma Ukraynê ser keştiya bazirganî ya Îranê li deryaya Xezerê ku şekere ji aliyê wê rejîmê ve hatiye ragihandin nîşana dewama nêrîna nemaqûl û bi dijminatî ya rejîma Ukraynê li ser Komara îslamî ya Îranê ye.
Komara îslamî ya Îranê tekez kiriye ku ti carî li kêşeya di navbear Rûsiya- Ukraynê de destwerdan nakiriye, bala Konseya Ewlehiyê ya NY, welatên ewropî û hemî endamên NY dikşîne ser vê rasitiya eşkere ku rejîma Ukryanê bi êrişa ser keştiya bazirganî ya Îranê ne tenê sûcekek navneteweyî kir belku bi şikleke xeternak bi dû berfirehkirina agirê şêr û bêewlehiyê ye.
Her aliyê ku fikar û xema aşitî û ewlehiya li rojhilata Ewropayê û navçên derdorê heye divê li himberî ev kiyara xeternak a rejîma Ukraynê bi berpirsiyarî tevbigere û desthilatdarên Ukraynê ji ber ev kiryara sûckarane mehkeme bike.
Komara Îslamî ya Îranê li gorî prensîp û rêzikên mafên navndewletî bi taybetî xala berevaniya rewşa di berevaniya ji berjewendî û ewlehiya xwe ya neteweyî şikê neke lewma berpirsiyariya encamên maceraheziya serokê rejîma Ukraynê dê li istûyê wê rejîmê û alîgir û handêrên wê be.