Rêberê Qedirbilind ê Şoreşê: Şehîdbûna zanyar û serdarên me nekariye û dê nikaribe ciwanên Îranî yên wêrek rawestîne
Rêberê Qedirbilind ê Şoreşê di peyamekê ji bo civîna salane ya Yekîtiya Encumenên Îslamî yên xwendekaran li Ewropayê, tekez kir: Sedema sereke ya hêrsbûn û tevlîheviya zordarên gendel û fasid û mufsid ne mijara navokî ye belku bilindkirina ala rawestana li ber pergala neheqiyê û xurtkirina sîstem û pergala serdestîxwaziyê li cîhanê û meşiyana ber bi pergala Îslamî ya neteweyî û navneteweyî ya îslamî ji hêla Îrana Îslamî ve ye.
Rêberê Şoreşê di vê peyamê de, got: Ciwanên ezîz! Îsal, welatê we, bi saya bawerî, yekîtî û pêbaweriya bi xwe, di cîhanê de hitbar û giraniyek nû bi dest xist. Êrişa giran a artêşa Amerîkayê û dûvika wê ya kirêt li vê herêmê bi destpêşxerî, wêrektî û fedakariya ciwanên Îrana Îslamî işkest xwar. Hat selimandin ku gelê Îranê, bi şiyanên xwe, di bin siya bawerî û karê qenc û salih û li hember mustekbirên gendel û zordar de dikare bisekine û banga nirxên Îslamî bi dengekî hîn bilindtir ji her demê bigihîne cîhanê. Di dewama peyama rêberê qedirbilind ê Şoreşê de hatiye: Xema girana ji ber şehîdbûna hejmarek zanyar û serdar û komek ji gelê me yê ezîz nekarî û dê nikarbe ciwanên wêrek ên Îranî rawestînin. Malbatên wan şehîdan bi xwe di nava pêşengên vê tevgerê de ne.
Rêberê Şoreşê got ku behs, ne mijara navokî û tiştên wisa ye. Gotin li ser rawestana li ber sîstema neheqiyê û xurtkirina pergala serdestiyê di cîhana îro de ye û çûyîan ber bi pergala îslamî ya neteweyî û navneteweyî ya îslamî ye. Eva ye doza mezin ku Îrana îslamî ala wê bilind kiriye û zordarên gendel û fasid û mufsid perîşan û hêrs kiriye. Rêberê qedirbilind ê şoreşê di dawiya peyama xwe ya ji bo 59`emîn civîna Yekitiya Encumenên Îslamî yên xwendekaran li Ewropayê de ji xwendekaran re got ku hûn, xwendekar, bi taybetî li derveyî welêt, para we di vê erka mezin heye. Dilên xwe bispêrin Xwedê. şiyanên xwe nas bikin û encumenan ber bi vê alî ve bibin. Xwedê bi we re ye û Înşellah serkeftina tam li benda we ye.